Siyasetmedarên Kurd: Serkeftina Pêvajoya aştiyê girêdayî Enqere ye

Siyasetmedarên Kurd banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin wekî xaleke dîrokî ya werçerxê pênase kir û got: serxistina pêvajoya aştiyê bi cidîyetiya Enqere û bi guhertina polîtîkayên we ve girêdayî ye.

Siyasetmedarên Kurd: Serkeftina Pêvajoya aştiyê girêdayî Enqere ye
12 îlon, 2025   03:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED- EBDULXENÎ EL HAMAN

Siyasetmendarên Kurd têkildarî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê vê Sibatê de kiribû ji ajansa me re axivîn.

‘DIVÊ TIRKIYE BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNE’

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Ebdulkerîm, banga "Aştî û Civaka Demokratîk" bi destpêka qonaxek nû ya têkoşînê bi nav kir û got: PKK’ê di dema şerê sar de derket holê û şoreşa çekdarî da destpêkirin. Lê di çarçoveya guhertin û veguherînên dîrokî de ev qonax gihîştiye xalek guhertinê. Ji ber vê yekê Rêbertî têkoşîna çekdarî veguhest têkoşîna siyasî. Rêbertî diyar kir ku divê mafên Kurdan parlementoya Tirkiyeyê de werin parastin."

Ebdulkerîm destnîşankir ku Tirkiye çanda xwe ya dijminatiya li hemberî Kurdan guhertiye, gelo?  ji ber divê dewleta Tirk vê çandê biguhere da ku çareseriyeke aştiyane ya rasteqîn ava bibe.

Mihemed Ebdulkerîm bi domdarî got: "Pêvajoya aştiyê hemû hincetên Enqere yên destwerdana li welatên cîranê û şerê wê yên li hemberî Kurdan ên bi hincetên şerê li dijî PKK’ê ji holê rakirin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk, li gelemperiya Kurdistanê rihetiyek li cem gelê Kurd û welatên cîranê çêkir. Lê heya niha dewleta Tirk ji bo piştgiriya vê pêvajoyê tu gavên cidî neavêtiye."

Ebdulkerîm destnîşan kir ku gerîla çekên xwe li pêşberî raya giştî şewitandin, lê dewleta Tirk dixwaze PKK’ê bi temamî xwe radest bike û got: "Nabe xwe radest bike. Tu kes stûyê xwe danayîne ber şûrê dijmin. Bawerî tune ye, lew ra heya ku gerîla gavên pratîkî yên piştevaniya pêvajoya aştiyê nebîne, çekên xwe danayîne."

Siyasetmendar Mihemed Ebdulkerîm di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiye di aliyê aborî û hiqûqî de di merheleyeke dijwar re de ye û bi awayekî berbiçav jî cihê wê di qada navneteweyî de paş dikeve. Ebdulkerîm bang li hikumeta Tirk kir ku gavên rasteqîn ên qanûnî û siyasî biavêje, girtiyên siyasî serbest berde û stratejiya xwe biguhere û got: "Gavên ku serokkomarê Tirk Tecep Tayyîp Erdogan diavêjin, hîna şermok in û bi gotinên hestiyarî hewl dide cîhanê û Kurdan bixapîne."

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Ebdulkerîm di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku kaxez li ser masya Tirkiyeyê ne, divê Tirkiye maf û daxwazên gelan bi cih bîne da ku di siberojê de nekeve nava heman talukeyê.

 ’GERÎLA GARANTIYA RIZGARIYÊ NE, DIYALOGA DEMOKRATÎK JÎ SIBEROJ E’

Siyasetmedar Idrîs El Yûnis ê ji bajarê Til Temirê diyar kir ku gavên ku PKK’ê vê dawiyê avêtine di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de xalek werçerxî ya siyasî û meydanî ye.  Idrîs anî ziman ku PKK’ê di çend mehên dawîn de îsbat kir ku dikar xebata siyasî û meydanî bi hev re bibe meşandin û vê yekê pêk tîne. Her wiha anî ziman ku PKK’ê bingehên veguherînek rasteqîn ji qonaxa şerê çekdarî leşkerî ber bi asoyê diyaloga demokratîk ve ava kirin.

Der barê rola gerîla de, El Yûnis destnîşan kir ku gerîla hîna jî hêza garantiya projeya rizgariyê û ev li gotinên xwe zêde kir "Rola gerîla êdî leşkerî tenênîne, lê belê bûye sembola berxwedana gelan û parastina projeya demokratîk û bihêzkirna baweriya civakê ya bi xîtaba rizgariyê ye. Dibe ku ev hêz li gorî şert û mercên aştiyê di pêvajoya bê de hêdî hêdî ber bi pêkanîna rolên sivîl û siyasî ve biçe.

El Yûnis di dewama axaftina de îşaret bi helwesta Enqereyê ya li hemberî pêvajoya aştiyê kir û diyar kir ku dewleta Tirk hîna êsîra hesabên xwe yên navxweyî û xîtaba xwe ya neteweyî ya hişt e û got, ev jî dide diyarkirin ku tu niyetên wê yên ji bo diyalogên cidî nîn in.  El Yûnis da zanîn ku "pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye, eger Tirkiyeyê vê derfetê paşguh bike, dê xwe bixe nava tecrîdeke siyasî û wê ji qadên herêmî û navneteweyî dûr bikeve."

Siyasetmendar Idrîs El Yûnis bal kişand ser rola raya giştî û civaka sivîl ji bo zêdekirina zextan li dewleta Tirk û wiha domand: "Divê gel û hêzên demokratîk bi çalakiyên xwe yên aştiyane û pêngavên hişyarkirinê bi zanistî û berpirsyarî bikevin tevgerê. Divê di aliyê ragihandinê de jî xebatên xwe zêdetir bikin da ku dengê aştiyê bighêje cîhanê. Raya giştî faktora herî girîng e ku Tirkiyeyê dehfî diyalogan bike."

(bb)

ANHA