Tariq Wehbe: Çûyîna Sûriyeyê ya Yemenê bi rewşa hundirîn û berjwendiyan ve girêdayî ye

Lêkolîner Tariq Wehbe got heke Sûriye tev li Peymana Mekeyê bibe dê derfet çêbe ku sîstema parastinê ya herêmê deyne û çûyîna Sûriyeyê ya Yemenê bi rewşa hundirîn û berjwendiyên herêmê û navneteweyî ve girêdayî ye.

Tariq Wehbe: Çûyîna Sûriyeyê ya Yemenê bi rewşa hundirîn û berjwendiyan ve girêdayî ye
12 mijdar, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînerê ji Sûriyeyê yê têkiliyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbe got heke Sûriye tev li Peymana Mekeyê bibe dê derfet çêbe ku sîstema ewlehî û parastinê ya herêmî deyne. Lê desthilata Sûriyeyê hîna dixebite ku sîstemeke ewlehiyê ya nû deyne, artêşê û hêzên polîsan ava bike.

Tariq Wehbe ji ajansa me re axivî û got tevlîbûna Sûriyeyê ji Peymana Mekeyê re dema hêzên Sûriyeyê tev lê koalisyona leşkerî ya rizgarkirina Kiwêtê di wextê Hafiz El Esed tîne bîra wî. Di wê demê de Şamê zêde destwerdana Lubnanê dikir û dixwest ku hesabê xwe bi sîstema Iraqê re safî bike û riwê xwe li pêşiya civaka navneteweyî spî bike.

Wehbe da zanîn ku ew her du pêvajoyan nade ber hev lê dema ku Sûriyeyê tev lê Peymana Mekeyê bibe dê li ser asta herêmê û navneteweî deng vede.

Der barê beşdarbûna hêzên Sûriyeyê ji şerê Yemen li dijî Hûsiyan Wehbe got Rêveberiya Sûriyeyê niha ne di wê rewşê de ye ku bikarbe lîwayeke leşkerî ya ji 30 hezar leşkerî pêk tê, rêbike. Hîna li Sûriyeyê pirsgirêkên hundirîn hene û divê tîm, lîwa, tabûr û komên ewlehiyê hebin Sûriyeyê biparêzin, da ku hemwelatiyên Sûriyeyê bawerî bidin hikûmetê. Dibe ku herî zêde 3`ê hezar leşker biçe Yemenê. Ev hêzê cihê xwe di karê îstixbaratê ya herêmî wergire yan jî li gel hêzên Erebistana Siûdî û hêzên Yemenê li dijî Hûsiyan şer bike. Hûsî jî ji bo li ber destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê bigirin, dibe ku moşekan bavêjin Sûriyeyê.

Wehbe got tevlîbûna Şamê ji şerê di navbera Yemen û Hûsiyan dê di çarçoveya koalisyona navneteweyî û bi erê kirina Neteweyên Yekbûyî (YN) be û ev nayê wateya destpêkirina şer di navbera Yemen û Sûriyeyê de.

Wehbe got divê helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji çûyîna Sûriyeyê ya Yemenê re were şopandin, ji ber ku ew di vê hevsengiyê de aktorekî girîng e û ji ber Sûriyeyê tev lî şerê Yemen û Hûsiyan dibe ew pîroz kir.

Wehbe ji bo mijara avakirina sîstemeke hevbeş a parastinê di navbera Şam û Riyadê de Wehbe anî ziman ku heke sîstemeke hevbeş a parastinê di navbera Şam û Riyadê de were avakirine dibe ku di dema pêş de Erebistana Siûdî destek bide Sûriyeyê ji bo artêş û hêzên çekdar ên Sûriyeyê ava bike. Ji bo Hûsî nekevin herêmên nêzî sînorê Erebistana Siûdî û çalakiyên leşkerî neke Erebistana Siûdî daxwaz ji Şamê kir ku tevlê şerê Yemenê li dijî Hûsiyan bibe. Hinek jî dibêjin Sûriyeyê tev lê şerê Yemen li dijî Hûsiyan dibe da ku tola xwe ji Îranê rake. Ji ber Îran leşkerî destewerdana Sûriyeyê kiriye.

Wehbe der barê mayîna Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê de axivî û got mixabin di bin çavdêriya DYA`yê de û bi bin navê dawî li terorê anîn û rolê Tirkiyeyê di saziyên leşkerî yên Sûriyeyê kêm bike Îsraîl serweriya Sûriyeyê binpê dike.

Di dawiyê de Wehbe ji bo destwerdana Sûriyeyê ji kar û barên Yemenê re got Sûriye li ser bingeha berjewendiyan û aramiya siyasî, aborî û civakî têkiliyan bi dewletên herêmê û navneteweyî re çêdike.

(np)

ANHA