Viyan û Abdullah bi hunera xwe xwestin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin

Viyan Adilo û Abdullah Cafer Fakulteya Endazyariya Mîmarî qedandin, bi hunera xwe daxwaza ya xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan îfade kir.

Viyan û Abdullah bi hunera xwe xwestin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin
Viyan û Abdullah bi hunera xwe xwestin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin
Viyan û Abdullah bi hunera xwe xwestin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin
Viyan û Abdullah bi hunera xwe xwestin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin
Viyan û Abdullah bi hunera xwe xwestin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin
12 îlon, 2025   07:25
HELEB

Viyan Edlo û Abdullah Cafer ku Fakulteya Endazyariya Mîmarî li Zanîngeha Helebê qedandin, bi talboyeke şêwekariyê girêdana xwe ya kûr bi doz û nasnameya xwe ve îfade kirin. Di heman demê de bi vî rêbazî spasiya xwe pêşkêşî Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Viyan û Abdullah ku endamên Yekitiya Xwendekaran ne, tabloya xwe li navenda yekitiyê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê pêşandan.

Viyan û Abdullah wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û  gerîlayên azadiyê yên dirûşmên "Azadî ji nan û avê hêjatir e", "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike", "Ez wek sosyalîstekî jiyan dikim", " Enterjî tê wateya azadiyê" û "Bi derziyê me bîr koland" vekirine, xêz kirine.

Viyan û Abdullah di hunera xwe de şêwazên kolaj û ekspresyonîzm bi hev re bi kar anîne ku balê dikişîin.

(bb)

ANHA