Pispor: Metirsiya DAIŞ’ê hîna heye

Nivîskar, Rojnamevan û Pispora Karûbarê Tekoşîna li dijî Teroristan Lamar Erkendî hişyarî da ku metirsî heye zarokên li kampa Holê dimînin demdirêj bibin dendika nifşekî nû ya çeteyên DAIŞ’ê. Erkendî da zanîn ku metirsiya DAIŞ’ê hîna heye divê bê bandor kirin û pêwistî bi çareseriya siyasî, bîrdozî û civakî heye.

Pispor: Metirsiya DAIŞ’ê hîna heye
12 îlon, 2025   02:35
HESEKÊ
HESEN REMO – BILIND HECÎ

Hêzên Ewlekariya hindûrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 6’ê Îlonê de qonaxa 4’an a opersyona Ewlehî û Mirovî ya li Kampa Holê da destpêkirin. Di encamê de 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. 

Nivîskar û Rojnamevan Lamar Erkendî ku pispora karûbarê tekoşîna li dijî DAIŞ’ê ye derbarê opersyonê da zanîn ku tişta zêdetir giringiyê dide vê hemleyê, di demekê DAIŞ’ê tevgera xwe nû dike û di herêmên nû de fireh dibe, pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “DAIŞ niha di herêmên wekî Perava Sûriyê de xwe bi cih kiriye. Êrişên hovane li dijî ciwanên revandibûn kirin, heta serî jê kirin.”

Lamar Erkendî, destnîşan kir ku DAIŞ hewl dide ji rewşa şaneyên veşartî bikeve rewşa girtina xaknîgariyê û wiha dom kir: “Vê bi alavên nûjen dikin, Balafirên bê mirov bikar tînin. Dixwazin careke din xîlafeta xwe li herêmên wekî Dêrazorê ava bikin. Ji rewşa bê aram a di herêmên hikûmeta Sûriyê ya veguhêz de sûdê werdigr.”

Lamar Erkendî, işaret pê kir ku tevgerên ewlekarî tenê têra rawestandina metirsiya DAIŞ’ê nake û wiha dom kir: “Pêwistî pê heye ev mijar bi awayekî bîrdozî û civakî were nirxandin. Ev li kêleka berdewamkirina opersyonên ewlekariyê û rê nedane reva wan, an êrişên li dijî girtîgehan, dikare pêk were. Pêwistiya vê mijarê bi hevgirtin û kordîneyeke navdewletî û herêmî ya li dijî planên DAIŞ’ê,  heye.

Rola QSD’ê û Koalisyona li dijî DAIŞ’ê

Lamar Erkendî operesyonên leşkerî yên di Kampa Holê û herêmên wekî Hesekê, Şedadê, Reqa û gundewarê Dêrazorê ku berê ketibûn bin destê DAIŞ’ê de yên têne kirin, nirxand û got: “Ev operesyon ji bo rê li ber belavbûna DAIŞ’ê rawestîne, pir giringin. Bi taybet di herêma çol a fireh de, ev pêwistiyeke. Ji ber di wir de çavdêriya wan zehmet were şopandin. Lê ev kirinên ewlekarî bi tena xwe têrê nake.  Pêwiste çareseriyeke giştî di aliyê bîrdozî, siyasî û civakî de were peydakirin.”

Lamar Erkendî, bibîr xist ku civaka navdewletî û bi taybet welatên çeteyên DAIŞ’ê ji cem wan hatine erka xwe pêk nayîn û wiha dom kir: “Divê civaka navdewletî bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re di nava hevkariyê de be. Da ‘çavkaniya Terorê ziwa bikin’ Ev ji jin û zarokên bîrdoziya DAIŞ’ê di mejiyê wan de tê mezinkirin, dest pê dike. Heta çeteyên DAIŞ’ê yên di zindanan de girtî ne. Ji bo entegrasyona van kesan di nava civakê de pêwistî bi dadgehên dalane, navendên taybet û psporan, heye. Ji ber destê van di şer û binpêkirinên mezin de heye.”

Lamar, destnîşan kir ku Koalisyona Navdewletî li ser êrişa li dijî cîhadistên li Sûriyeyê di şaneyan  de tevdigerin  û wiha dom kir:  “Ev di cihên wekî Idlib, Bab, Cerblus û carna Şamê jî pêk tê. Li şûna kuştinê li ser ji nû ve avakirina wan dikare pêk were. Pêwistiya vê bi bikaranîna navendên girtinê yên pêşketî û amadekiriyan heye. Ev ji bo misoger DAIŞ di pêşerojê de careke din xwe ji nû ve ava neke, gaveke ferze.”

Dosya zarok û jinên DAIŞ’ê li Kampa Holê

Pspora Karûbarê Tekoşîna li dijî Teroristan Lamar Erkendî da diyarkirin ku dosya zarok û jinên DAIŞ’ê di kampa Holê de zehmetiyeke din derdixe ber QSD’ê û Koalisyona Navdewletî û wiha dom kir: “Dibe ev demdirêj nifşekî nû yên li ser bîrdoziya DAIŞ’ê mezin bûyî, ava bike. Kamp û girtîgeh di bin berpirsyariya Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê de ne. QSD’ê wan diparêze û rê nade kes jê bireve.”

Lamer Erkendî, da zanîn ku ji bo serxistina vê dosyê pêwistî bi hevkariya navdewletî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê welatên cihadist ji cem wan hatin, xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Welatiyên xwe werbigrin û wan dadgeh bikin. Wan ji nû ve di nava civakên xwe de bi cih bikin. Yan herî kêm piştgiriya malî û leşkerî bidin QSD’ê da ewlekariya kamp û girtîgehan misoger bibe. Ev piştgirî bi dayîna çekên pêşketî, teknîna pêşketî ya çavdêriya ezmanî, perwedekirina tîmên destwerdana lezgîn ji bo rê li ber reva an êrişên li dijî van girtîgeh û kampan pêk neyê.”

Lamar Erkendî, bibîr xist ku pêwiste navendên taybet ji bo ji nû ve amadekirina jin û zarokên DAIŞ’ê werin vekirin û kesên pspor di wir de werin bi cihkirin. Her wiha dadgehên navdewletî bi awayekî kordînekirî bi Rêveberiya Xweser re ava bibin û li gorî arşîva wan a sûcan wan dadgeh bikin û wiha dirêj kir: “Piraniya welatên ev cîhadist jê hatine, berpirsyariyên xwe bi cih nayin in. Hinan ji welatan ji bo ji berpirsyariyên xwe birevin hemwelatîbûna xwe ji ser wan kesan rakir. Tevî wan li dijî civaka êzîdî jî de di nav de li dijî gelê Sûriyê û Îraqê sûcên şer kirine. Welatên wan ji berpirsyariyên xwe direvin. ”

Jin û zarokên di kampa Holê de gefa li ser nifşekî nû ye

Dosya jin û zarokên DAIŞ’ê yên di kampa Holê de metirsiyeke mezin li ser ewlekariya herêmî û navdewletî çêdike. Beşek mezin ji wan zarokan dema DAIŞ’ê li ser erdê serwer bû hatin dinê. Ev bûne nifşekî bi bîrdoziya DAIŞ’ê mezin dibin.

Têkildarî mijarê Lamar Erkendî bibîr xist ku DAIŞ’ê fetwa “Nîkaha Cîhadê” da bû, di encamê de bi hezaran zarokên neslê wan nayê zanîn hatin dinê. Di nava wan de zarokên hin jinên esîr ên kiribûn kole jî hatine. Her wiha jinên ji Sûriyê yên bi zorê neçarî zewaca cîhdê hatin kirin. Ew jin piştî çeteyê pê re zewicî dihate kuştin, dibirin navendên din û li wir careke din dihatin zewicandin. Ev bû sedema nifşekî nû di nava wan de çêbibe.

Lamer Erkendî li ser qeydkirina zewaca di nava DAIŞ’ê de ev agahî da: “Dadgehên şerî yên li cem DAIŞ’ê ew zewac pirê caran bi navên kod qeyd dikirin. Ji lewma heta piştî hilweşîna Dewleta DAIŞ’ê neslê wan zarokan nayê hînbûn.  ‘Meclîsa Şûra’ ya DAIŞ’ê jinên dûcanî teşwîq dikirin ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin. Ev bû sedema nifşekî nû ji zarokên DAIŞ’ê li hindirê Kampa Holê çêbibin. Di opersyona leşkerî ya dawî de zarokên li ser şîr û yên bi temenê 2 û 3 salan di kampê de hatin dîtin. Ev diyar dike, DAIŞ’ê roleke stratejî ya berê li cem tu rêxistinên cihadist ne hatiye dîtin, da jinan. Fitweyên wan zewaca zarokan di temenê 12 saliyê de teşwîq dike. Rola anîna zarokan ji bo avakirina dewleta pêşerojê li ser wan hate ferizkirin. Metirsiya heye ev zarok neslên wan neyên zanîn. Ne bavên wan û ne jî nasnameya wan. Ji lewra ji civaka navdewletî re ne zelalin. Di demdirêj de dibe ev bi fikrên çeteyên DAIŞ’ê bêne dagirtin. Jinên DAIŞ’ê û di serî de dayîkên wan vê rolê pêk tînin.”

Nivîskar, Rojnamevan û Pspora Karûbarê Tekoşîna li dijî Teroristan Lamar Erkendî da zanîn ku DAIŞ’ê ji destpêkê ve mijara zarokan û mezinkirina wan li ser “fikirên cîhadist”wekî asas bikar anî û wiha dirêj kir: “Di vê derbarê de hemleyên ragihandinê bikar tanîn. Di wir de zarokên bi tundiyê dikin û kuştinê pêk tînin, nîşan didan. Bi vê yekê xwestin pirojeya xwe biparêzin û berdewamiya wê misger bikin.”

Gavên stratejîk li dijî DAIŞ’ê

Lamar Erkendî, dubare kir ku ji bo tekoşîna li dijî DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê pêwistî bi stratejîk giştî ya kirinên leşkerî û ewlekariyê derbas bike hene û wiha dommand: “Li kêleka şerê DAIŞ’ê li ser erdê, divê dawî li fikrê wê yê tundrew were. Fikrê di riya wê re ciwanan tevlî xwe dike. Bi taybet kesên sêwî û yên xizan di aliyên madî û aborî de diçewisînin û tînin nav xwe. ”

Lamar Erkendî di dawiya axaftina xwe de Ezmûna Dewleta Imarat a Erebî di tekoşîna li dijî fikrê DAIŞ’ê de wekî nimûner bibîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ezmûna li Îmarat nimûneyek serkeftî ye. Ev bi riya navendên lêkolînê û li darxistina semîneran zanista ciwanan zêdetir dike, pêk tê. Divê hemû welatên eleqedar vê ezmûnê pêk bînin. Li kêleka wê pişgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin. Di heman demê de li Iraqê jî divê pêk were. Ev di riya avakirina navenda pêşxistina zanistî, amadekirina bernameyeke perwedeya zanistî û çandî ji ciwanên ereb û ewropî re, pêk rê. Di wir de armancên rast ên DAIŞ’ê werin aşkerekirin.

(dc)

ANHA