‘Heke edaleta veguhêz têk biçe dibe ku Sûriye bibe mîna Lubnan an jî Somaliyê’

Siyasetmedar Elî Rehmûn got edaleta veguhêz bingeha avakirina Sûriyeya nû ye. Ji bo pêvajoya veguhêz bi ser bikeve divê lêpirsîn hebe, heqîqet aşkera bibe, tazmînat werin dayîn û reforma saziyan çêbe. Her wiha di navbera dewlet û civakê de bawerî çêbe. Eger edaleta veguhêz têk biçe dibe ku welat zêdetir ber bi parçebûn û krîzan ve biçe.

‘Heke edaleta veguhêz têk biçe dibe ku Sûriye bibe mîna Lubnan an jî Somaliyê’
8 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn der barê edaleta veguhêz de ji ajansa me re axivî û got pêvajoya edaleta veguhêz li Sûriyeyê qonaxeke zehmet e lê piştî rejîma Baasê hilweşiya, pêdivî bi pêvajoya edaleta veguhêz heye, ji bo ku Sûriye ji pêvjoya zilm û zordariyê derbasî pêvajoya avakirina saziyên dewletê bibe ku qanûn serwer be û aramî çêbe.

Elî Rehmûn diyar kir ku ji bo ku Sûriye bibe dewleteke hemwelatîbûnê ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê tê xwestin rê û mekanîzmayên zelal û berfireh bişopîne. Divê hemû aliyên sûc kirin û ziyan gihandin sûriyeyiyan werin lêpirsînkirin û hesab ji wan were xwestin. Her wiha heqîqet aşkera bibe, saziyan reform bikin û tazmînatan bidin.

Rehmûn anî ziman ku heke kesên sûc kirine neyên dadgehkirin, heqîqet aşkera nabe, êşa qurbaniyan neyin ziman, binpêkirinên çêbûne belge nekin û tazmînat neyên dayîn, edaleta veguhêz bi ser nakeve. Her wiha divê saziyên dad û ewlehiyê ji kokê ve werin nûkirin da ku di siberojê de binpêkirin dubare nebin.

Ji bo xurtkirina qanûn û sazûmaniyê li Sûriyeyê Rehmûn got divê meclisa zagonsaz biryarê ji bo derxistina qanûneke berfireh ji bo edaleta veguhêz bide, ne tenê biryarname be, divê karê desteya neteweyî ya edaleta veguhêz diyar bike, garantiya serxwebûna desteyê bide û însiyatîfê bide wê ku hemû binpêkirinan lêkolîn bike û hesab bixwaze. Rehmûn daxwaz kir ku li hemû wezaretan yekîneyên edaleta veguhêz werin avakirin û bi rêya wan lêpirsîn berfireh bibin.

Ji bo kesên cihê xwe di desteya neteweyî ya edaleta veguhêz de bigirin Rehmûn got divê hemû beşên siyasî û civakî yên civaka Sûriyeyê, civaka sivîl û qurbanî cihê xwe di desteyê de bigirin. Di mijara lêpirsîna binpêkirinên li Sûriyeyê de daxwaz kir ku fêde ji tecrubeyên navneteweyî bigirin û hevkarî bi makanîzmayeke navneteweyî ya bêalî û serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) re bike.

Rehmûn anî ziman nabe ku desthilata rêveber destwerdanê bike û tenê yek alî dadgeh bikin, an jî dirêjayî bidin pêkanîna edaletê û ev yek dê bibe sedema gel bitirse û dibe ku dûrî serweriya qanûn hewldanên tolrakirinê çêbe.

Elî Rehmûn got siberoja Sûriyeyê heyanî asteke mezin bi vê rêya zehmet û aloz ve girêdayî ye, îro li welat avakirina baweriyê ne tiştekî hesan e, bi salan kuştin, koçberî û parçebûn hebû. Ji desthilata rêveber tê xwestin ku baweriyê di navbera sûriyeyiyan de çêke, tenê bi daxuyaniyan têrê nake, divê bi karê xwe bawerî bide. Ji bo sûriyeyî baweriyê bidin, pêdivî bi diyalogê heye û divê hemû alî li xwe mikur werin.

Rehmûn got ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê bawerî bidin hevdû divê edaleta civakî û lihevkirinên herêmî çêbibin û li bendê nemînin heyanî ku dadgehên mezin bi dawî bibin. Pêşniyar kir ku piştgiriya komîteyên lihevhatinê yên tax û bajarokên ku cûdahî di mezheb û etnîk de lê heye. Bi rêya van komîteyan dikarin binpêkirinên herêmî yên biçûk belge bikin, civînên lêborînê di navbera cîranan de birêxstin bikin, di çarçoveya herêmê de kesên ku madî û manewî ziyan dîtine, tazmînat bidin wan û bi vî awayî rê li pêşiya tolrakirine bigirin.

Her wiha Rehmûn got divê li hemberî hemû pêkhateyên Sûriyeyê zimanê nefretê nedin bikar anîn, aliyê aborî de insiyatîfên aborî yên herêmî yên hevbeş vebikin û di projeyên çandî û pîşeyî de malbatên koçber û yên niştecih li hev kom bibin û têkiliya di navbera wan de sererast bibe.

Ji bo bawerî bidin desthilata rêveber Rehmûn got gelekî girîng e ku efûyeke giştî ji bo girtiyên siyasî derxin û mafên wan ên sivîl bidin wan, bixin kar û li pey çalakvanên nêrînên xwe dane, nekevin.

Her wiha daxwaz kir ku dosya kesên bi darê zorê revandinê û yên windayî vebe, desteyeke serbixwe ava bikin û bi rêya rêxistinên navneteweyî aqûbeta kesên winda zelal bikin. Ji ber gelek malbat hene ku zarokên wan wendayî ne û aqûbeta wan ne diyare. Ji bo civaka Sûriyeyê bawerî bide desthilata rêveber şerte ku dosya wendahiyan û kesên bi darê zorê revandine were çaserkirin.

Rehmûn ji bo saziyên ewlehiyê jî axivî û got pêdivî pê heye ku saziya polîs û hêzên ewlehiya hundirîn ji nû ve werin avakirin, karê ewlehiyê û karê îstixbaratê ji hev qut bikin, sîstemeke qanûnî hebe ku hesab ji polîsan bixwazê û civakê ji wan biparêzin.

Rehmûn anî ziman ku welatî dikarin meclisên taxan bi rêxistin bikin û ev meclis daîreyên dewletê kontrol bikin û bi hev re pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û çareser bikin. Bi rêya van meclisan dê welatî baweriyê bidin hev û bidin dewletê. Ji desthilata heyî xwest ku têkildarî binpêkirinên sîstema berê û yên hinek aliyên dîtir wesîqeyeke fermî derbixê û binpêkirinên hatine kirin bibêjin. Berî ku sûcdaran dadgeh bikin tazmînat bidin qurbaniyan. Heke dirêjahî bidin vê yekê dê her tim sûriyeyî li bendê bin ku rejîm hilweşê û krîzên heyî çareser nebin û kûrtir bibin.

Heke edaleta veguhêz pêk neyê Rehmûn got dê çanda tolrakirine bi pêş bikeve, ji ber dadgeh nîn in û tazmînatan nadin qurbaniyan, malbat û êlên Sûriyeyê jî dê bifikirin ku bi destê xwe heqê xwe bibin û bi vî awayî kuştin çêbe. Dibe ku komên mafyayê yên birêxistinkirî çêbin û her tiştî desteser bikin. Civak ji hev parçe bibe, bijîşk, endezyar û akademîsyen derkevin derveyî Sûriyeyê û nifşek winda bibe.

Her wiha heke edaleta veguhêz têk biçe dê xebatên jinûveavakirinê rawestin, ji ber ku di vê rewşê de Yekitiya Ewropayê û Banka Cîhanê nabin alîkar, dê cezayên aborî bidin Sûriyeyê, bajar neyên lêkirin û rêjeya feqîriyê zêdetir bibe.

Ji bo siberoja Sûriyeyê jî Rehmûn 3 senaryo danîn. Ya yekemîn, got dibe ku Sûriye bibe wekî Lubnanê, desthilata navendî lewaz bibe, ji derveyî paytextê nekare tu deverên dîtir ên Sûriyeyê bi rê ve bibe, hêzên wekî Rûsya, Îran, Tirkiyeyê, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sûriyeyê li ser hev parve bikin û krîzên Sûriyeyê bidomin.

Senaryoya duyemîn ew e ku Sûriye bibe wekî Somaliyê anku saziyên dewletê yên fermî, artêş û banka navendî jî di nav de, hilweşin. Sazî bibin saziyên şeklî û komên çekdar serwer bin.

Senaryoya sêyemîn ew e ku dîsa zilm hebe, anku aliyê leşkerî di bin navê aramiyê de dest bi zilmê bike. Aramiya li ser bingehê tirsê çêbe, li ber xwe nade û dema ku serhildan çêbin ev aramî dê dîsa xirab bibe û hêzên navneteweyî dê Sûriyeyê bixin nava tecrîdê.

Rehmûn got heke edaleta veguhêz têk biçe dê koçberî bidome. Sûriyeyî dê berê xwe bidin Ewropa û Tirkiyeyê û dibe ku di van şert û mercan de dîsa DAIŞ û Heyet El Nusra li çola Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin.

Siyasetmedar Elî Rehmûn di dawiyê de got eger edaleta veguhêz bi ser nekeve dê ewlehî li Sûriyeyê nebe, krîz bidomin û nifşên nû bikevin nava pevçûnên dijwar. Sûriyeyî wek “dîlgirtiyên pêşeroja xwe bimînin” û dê nekarin siberoja xwe ava bikin.

(np)

ANHA