QSD: Li gundewarê Dêrazorê şervanek birîndar bû

Li gundewarê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên DAIŞ`ê bi cih kirine, bi erebeyeke leşkerî ya QSD`ê de teqiya û di encamê de şervanek birîndar bû.

QSD: Li gundewarê Dêrazorê şervanek birîndar bû
5 cotmeh, 2025   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li gundê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên DAIŞ`ê bi cih kiribûn bi erebeyeke leşkerî ya hêzên wan de teqiyaye û di encamê de şervanekî hêzê birîndar bûye. Li gorî daxuyaniyê, şervanê QSD`ê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. 

Navendê aşkera kir ku hêzên ewlehiyê bi lez çûne cihê teqînê û dest bi lêpirsînê kirine.

(şx)