Siyaseta berûvajîkirina rewşa li Sûriyeyê û aboriya Lubnanê mijarên rojnameyan in

Li gorî çavdêran di demekê de li Sûriyeyê aloziyeke aborî û xizaniyeke zêde di nava civakê de çêbûye, bêkarî zêde bûye, ragihandina girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rastiyan berûvajî dike. Dixwazin bi ragihandinê aramiyeke aborî li Sûriyeyê çêbikin. Ev jî berûvajîkirina rastiyan e.  Di heman demê de li Lubanê derfetke herêmî û navneteweyî bi şertên pêkanîna çaksaziyên, li pêşiya welat hatiye vekirin.

Siyaseta berûvajîkirina rewşa li Sûriyeyê û aboriya Lubnanê mijarên rojnameyan in
1 îlon, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan erebî yên îro hewldanên berûvajîkirina rastiyan ji aliyê ragihandina hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve û rewşa aborî ya li Lubanê, di rojevên xwe yên sereke de bi cih kirin.

LI SÛRIYEYÊ RAGIHANDINA HIKÛMETA VEGUHÊZ DEREWAN ÇÊDIKE

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser siyasetên berûvajîkirinê yên ragihandina hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û diyar kir ku bi van siyasetan hewl didin aloziyên jiyanî yên dijwar nebînin, bi nûçeyên ji rewşa heyî dûr xweşî û aramiyê nîşan bidin.

Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku sîfeta li ser ragihandina Sûriyeyê ya berê dihate gotin, di dema hikûmeta veghêz a heyî de jî dewam dike û ev tişt anî ziman: “Ev paşguhkirin ne tesadif e, lê belê bijartineke bizanebûn a ragihandinî ye. Çavên xwe ji rastiya re digirin, bi derewan dixwazin rewşeke ji rastiyê dûr nîşan bidin.

Tişta herî dijwar di vê mijarê de bijartina gotinên xweşik û nerm in. Di demekê de ku gelê Sûriyeyê di hundir de rewşeke dijwar û zehmet jiyan dikin, ev yek tê kirin. Di taxan de xizaniyeke mezin di nava malan de heye. Hewcedariyeke zêde ya malbatan heye. Ev rewş sebra mirovan derbas dike. Ragihandina bi ser hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve îda dike ku ew dengê gel e. Bi veşartina rewşa zehmet a heyî sînordar namîne, lê belê di heman demê de dibêje bêkarî nîn e. Îda dike ku derfetên kar zêde ne. Behsa destkeftiyên mezin ên baorî dike.”

LUBNAN LI BER ÇERXERÊYEKÊ YE

Rojnameya El Nehar behsa qonaxa nazik a Lubanê di sala 2025’an de tê re derbas dibe kir. Rojnameyê da zanîn ku aloziya aborî ya li Lubnanê ji sala 2019’an ve tê jiyankirin û got ku derfeteke herêmî û navnetweeyî çêbûye da ku Lubnan ji rewşa têkçûnê rizgar bibe.

Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku banka navneteweyî texmîn dike ku aboriya Lubanê bi rêjeya 4.7 ji sedî derkeve û diyar kir ku "Jêdera aboriya wê turizim û xerickirina navxweyî ye. Fona navneteweyî piştgiriya ji Lubanê re bi çaksazkirinên bingehîn ve girê dide. Vê jî bi ‘çek tenê di destê dewletê de be’ û serxwebûna dadweriyê ve girê dide. Lubnan hîn di bin bandorê şerê bi Israîlê de ye. Lêçûna ji nû ve avakirinê digihêje 11 milyar dolarî. Ev pere zêdeyî hêza dewletê ya darayî ye.  Ji lewra pêwistî bi piştgiriya navneteweyî  heye. Rewşa heyî li ser hikûmeta Lubnanê ferz dike, peyaman ji civaka navneteweyî û welatên Kedava Ereban re bişînin, ew berê xeta siyaseta xwe ya heyî didin guhertin. Bi taybet di mijara sînordarkirina çakan di destê dewletê de.”

Rojnameyê da diyarkirin ku Lubnan îro hewcedar e wêneya xwe ya berê ku wekî “Siwêsra Rojhilat” dihate naskirin, vegerîne û destnîşan kir ku “Li pêşiya wan derxistina nimûneyek nû heye. Lubnan dikare ji cihê xwe, hêza xwe ya gelêrî û têkiliyên xwe yên derve sûdê wergirin. Şerta sereke ji bo pêkanîna vê guhertinê hebûan îradeya siyasî ya birêkûpêk e. Ev gerek mijara parvekirina li ser esasê mezhebî derbas bike. Ji bo wê jî pêdivî bi hêzê heye, qanûna pêk were û aramî û ewlekarî serwer bibe.”

(dc)