Wezîrekî nû yê aboriyê û Şêwirmendê Serokkomariyê yê aboriyê hatin tayînkirin

Ehmed Remedan ji bo Wezrê Aborî û Bazirganiya Derve hat tayînkirin û Mihemed Nîdal El Şîar jî bû Şêwirmendê Serokkomariyê yê Sûriyeyê yê Kar û Barên Aborî û Darayî.

Wezîrekî nû yê aboriyê û Şêwirmendê Serokkomariyê yê aboriyê hatin tayînkirin
18 mijdar, 2026   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri îro 2 ferman derxistin ku Ehmed Rewad Mihemed Beşar Remedan ji bo Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve û wezîrê berê Mihemed Nîdal El Şîar ji bo Şêwirmendê Serokkomariyê yê Kar û Barên Aborî û Darayî hatin tayînkirin.

Li gorî fermana bi hejmara 203’an a 2026’an, Ehmed Rewad Mihemed Beşar Remedanji bo Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve hat tayînkirin û erkê Serokatiya Desteya Veberhênanê ya Sûriyeyê jî wergirt.

Li gorî fermana bi hejmara 202’yan a 2026’an Mihemed Nîdal El Şîar jî yê ku Çenteya Aborî û Bazirganiyê ji Adara 2025’an wergirtibû ji bo Şêwirmendê Kar û Barên Aborî û Darayî li gel Serokkomariya Sûriyeyê hat tayînkirin.

(f)