Tirkiye û Qeterê peyman îmze kirin

Tirkiye û Qeter peymanên parastin, bazirganî, perwerde, aştî û çareserkirina nakokiyan îmze kirin.

Tirkiye û Qeterê peyman îmze kirin
13 mijdar, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Tirkiye û Qeterê di çarçoveyê civîna 12‘emîn a Komîteya Stratejiya Bilind a di navbera her du welatan de, peyamên parastin, bazirganî, perwerde, aştî û çareserkirina nakokiyan îmze kirin. 

Civîn bi beşdariya Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî  li Stenbolê pêk hat.

Di tebaxa borî de jî Tirkiye peyama "Meke" ya parastinê bi Erebistana Siûdî û Pakistanê re îmze kiribû.

(bb)