Hêzeke Îsraîlê derbasî gundekî Quneytrayê bû

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê bi 3 wesayîtan derbasî gundê Semdaniya Şerqiye ya Quneytrayê bû, mal kontrol kirin.

Hêzeke Îsraîlê derbasî gundekî Quneytrayê bû
18 mijdar, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan pêk tê derbasî gundê Semdaniya Şerqiye yê Quneytîrayê bû.

Hêza derbasî gund bû malên gundiyan kontrol kirin. Lê agahiyên der barê girtinan de nehatin bidestxistin.

Ev derbasbûn, ligel tevgera dewriyeyeke Îsraîlê li ser rêya di navbera gundên Eyn Bêda û Cubata El Xeşeb de pêk hat. Dewriyeyê bendeke kontrolê li gel cihê kanan danî û erebe kontrol kirin.

(f)