Şêniyan daxwaz kir ku rêya kembera bajêr bê sererastkirin

Xelkê Girkê Legê û Rimêlanê daxwaz ji aliyên têkildar kir ku rêya kemberê ya bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê bê sererastkirin.

Şêniyan daxwaz kir ku rêya kembera bajêr bê sererastkirin
Şêniyan daxwaz kir ku rêya kembera bajêr bê sererastkirin
Şêniyan daxwaz kir ku rêya kembera bajêr bê sererastkirin
19 mijdar, 2026   07:50
QAMIŞLO
KÎNAN El SEYÎD-ROHAT XELEF

Şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê gazinca rêya kembera bajêr dikin û daxwaz ji aliyên têkildar dikin ku sererast bikin.

Kembera bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê ji aliyê şêniyan ve tê bikaranîn. Bi taybet barhilgir û kamyon tê re derbas dibin. Lê ji ber ew kember xirab bûye û kort tê de çêbûne, xelk nema dikare tê re biçe û were. Bi taybet di zivistanê de metirsî hene ku qezayên trafîkê çêbin.

Welatiyê bi navê Elî Ehmed got: "Ajokarên ji bajarê Dêrikê tên bajarê Girkê Legê û Rimêlanê zehmetiyê dibînin. Gelek kort di rêya kemberê de hene û ew di çûyîn û hatinê de dereng dimînin. Her wiha trimbêlên wan her tim ziyanê dibînin. Em bang li şaredarî û aliyên têkildar dikin ku rêya kemberê sererast bikin."

Her wiha Ehmed Xalid got: "Rêya ji dawiya kembera Rimêlanê heyanî Çerxerêya Keziyê gelekî xirabe ye. Bi taybet dema ku baran dibare zêdettir li me zehmet e ku em di wê rêkê de biçin û werin. Bila vê pirsgirêka me ya rê çareser bikin."

Besam Elî diyar kir ku ew rê li ser jiyana welatiyan xeter e û wiha lê zêde kir: "Gelek kort di wê rêyê de hene. Em ditirsin ajoker qezayê bikin. Berî çend rojan motorsîklêtek kete kortekê de. Em daxwaz ji aliyên têkildar dikin ku pirsgirêka me çareser bikin."

Şaredarê Girkê Legê Ebdulbaqî Mihemed ji ajansa me re axivî û got: "Em gazincên gel ên li ser rêya kemberê dişopînin. Ji mafê welatiyan e ku gazincên xwe bînin ziman. Di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de dibe ku em di nêz de bi Şîrketa Alexandrupa re dest bi çêkirina rêya kembera Rimêlan û Girkê Legê bikin."

(np)

ANHA