‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Rojava Mîrzan Bekir diyar kir ku ew hewl didin nasnameya sînemaya kurdî di asta navneteweyî de xurtir bikin û bi rêya fîlman çîrokên şoreşê û dengê gel ragihînin.

‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘
‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘
‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘
‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘
‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘
‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘
‘Em hewl didin bi sînemayê çîrokên berxwedanê bigihînin cîhanê‘
19 mijdar, 2026   04:20
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6`emîn ku ji hêla Komîna Fîlm a Rojava ve bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” hatiye bi rêxistinkirin, bi nîşandana fîlman û lidarxistina panelan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê didome.

Endamê Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Mîrzan Bekir ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di mîhrîcanê de 45 fîlm tên pêşandan û mêvanên ji Asya, Afrîka û Ewropayê beşdar in.

Bekir bal kişand ser navneteweyîbûna mîhrîcanê û gavên ku îsal li Rojava hatine avêtin û got: "Ev gav di sekna gel a kêleka hunermendan de bi taybetî piştî rûdanên dawîn ên li herêmê qewimînî û pêvajoya heyî ya entegrasyonê diyar dibin."

Mîrzan Bekir destnîşan kir ku bi çîrokên ku di mîhrîcanê de hatin nîşandan îfadeya rasteqîn a gelan derket holê, vê yekî hiştî ku mîhrîcan nasnameyeke hunerî hilgire.

Bekir diyar kir ku mîhrîcan dê 8 rojan dewam bike û der barê naveroka fîlman de ev tişt anî ziman: "Mijar li ser çîrokên êş û azaran, rastiya civakê, koçberî, tundiya li ser jinan, her wiha zarokên ku siberoja wan ne zelal e ne. Ev mijar bi eleqeyeke mezin ji aliyê beşdaran ve tê şopandin."

TEVLÊBÛNEKE NAVNETEWEYÎ, XWECIHÎ, KURDEWARÎ

Bekir diyar kir ku beşdarbûneke berbiçav a mêvanan ji sê parzemînan; Asya, Ewropa û Afrîka, ji gelek welatan wekî Portekîz, Spanya, Çîn û Hindistan, welatên Rojhilata Navîn  wek Misr, Iraq û Îran, û welatên din di mîhrîcanê de heye. Her wiha da zanîn ku ji aliyên din ên Kurdistanê tevlêbûn balkêş e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ev yek di pevguehrtina çandan û xurtkirina hevgirtina neteweyan de bû alîkar. Li kêleka vê jî bi rêya palan û atolyayan nîqaş li ser siberoja sînemayê bi giştî û ya kurdî bi taybet hatin vekirin. Li ser pirsa: Gelo li gel guhertinên hunerî û siyasî yên li herêmê sînemaya kurdî bi ku derê diçe? Nêrîn hatin parvekirin. Armanc ji van çalakiyan; pêşxistina rewşa sînemaya kurdî, avakirina têkiliyên xurt li ser asta navneteweyî, hilbijartina çîrokên ku dikarin bibin fîlmên nirxdar û hunerî ye."

Mîrzan Bekir di dewama axaftina xwe de bi lêv kir ku sînemaya Hollywoodê, piştgiriya wê ya ji sîstemayê kapitalist re, bandorên neyînî li civak û exlaqê dike û wiha domand ": Cudaiyek mezin di navbera Hollywoodê û Mîhrîcana Rojava ya Navneteweyî de heye. Mîhrîcan ji êşên civakê, rastiya wê û hewldana wê ya ji bo afirandina jîngehek paqij û nîşandana wê ji cîhanê re derketiye."

‘FÎLMÊ KEKÊ MIN ÇÎROKA HER WELATPARÊZEKE JI ROJAVA YE‘

Bekir bi bîr xist ku  di roja ewil a mîhrîcanê de fîlmê Kekê Min ê ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye çêkirin cara ewil hat pêşanan. Der barî vî fîlmî de wiha parve kir: "Fîlm li ser zarokekê ye ku rêya birayê xwe ya şoreş, berxwedanê û alîkariya civakê hilbijarat. Balê dikişîne ser zehmetiyên ku piştî mirina birayê xwe dikişîne. Ev fîlmaya çîroka her malbateke welatparêz a ji Rojava ye."

Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Mîrzan Bekir destnîşan kir ku li Rojava bi hezaran çîrok hene ku dikarin bibin destan û got, "Gereke eleqeyeke rasteqîn bidin civakê û çîrokên wan ên şoreşê werin şopandin. Ji xwe dirûşma mîhrîcanê jî vê yekê rave dike. "

Bekir da zanîn ku çîrok dikarin bi rêya fîlman werin belgekirin û bi cîhanê re were parvekirin, ev yek di dema heyî de pir girîng e, bi taybet ji bo zarokên Rojava da ku bibin şahidên berxwedana ku gelê Rojava ji bo cîhanê daye.

FÎLMÊ KOBANÊ BERXWEDANA LI HEMBERÎ DAIŞ NÎŞAN DA

Bekir behsa fîlmê Kobanê jî kir û da zanîn ku ev fîlm berxwedana Kobanê ya 2014‘an a li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê diyar kir, belgekirina çîrokan wekî fîlman erka her hunermendekî ye.

Bekir li ser helwesta mêvanên ji derve ev tişt anî ziman: " Hejmarek mezin a hunermendên ji derve xwestin beşdarî mîhrîcanê bibin û nasnameya wê nas bikin. Beşdariya wan mêvan û hunermendan dê bibe wesîleya xurtkirina têkiliyan di navbera beşdaran ji welatên dîtir."

Bekir di dewama axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku bikaribin li gorî berpirsiyariya dikeve li ser milên me tevbigerin, nemaze dema dibînin ku gel bi kêfxweşî ji hola pêşandanên fîlman derdikeve."

Bekir bal kişand ser hezkirina civakê ya ji sînemayê re û diyar kir ku ew di warê îfadekirina  daxwaz û hewcedariyên civakê de bi taybetî di veguhastina hestên gel û nêrîna wî ya li ser pirsgirêkên xwe  bi rêya sînemayê kêm mane.

‘EM HEWL DIDIN BI SÎNEMAYÊ DENGÊ CIVAKÊN XWE RAGIHÎNIN‘

 Bekir destnîşan kir ku ew hewl didin bi rêya sînemayê rastiya gel îfade bikin û di vî warê de gavên mezin biavêjin û wiha pê de çû: "Em hewl didin bi rêya lidarxistina civînan, panel, xebatên li ser avakirina holên sînemayê li herêmê gavên mezin biavêjin da ku sînema bibe beşek ji çanda gel û dengê civak û derhêneran, dengê gelê Rojava ragihînin cîhanê."

Bekir Mîrzan da zanîn ku mîhrîcana îsal li gorî navarokên fîlman ji yên salên berê cudaye. Li gorî Bekir,  di mîhrîcana îsal de mijarên li ser jîngeh, zarok û tundiya li ser jinan hatin destgirtin.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî Mîrzan Bekir di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta Yilmaz Guney û Xelîl Dax da û anî ziman ku civak bi eleqeyek mezin mîhrîcanê dişopînê, bi hezkirin tev li hemû çalakiyên wê dibin, lew ra ji wan hatiye xwestin ku di vî warî de gavên mezin biavêjin.

(bb)

ANHA