Di serdegirtina li Ceremanayê de 3 kes hatin kuştin

Di serdegirtina li bajarê Ceremanayê yê gundewarê Şamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, her wiha kesek ku dihat xwestin hat kuştin.

Di serdegirtina li Ceremanayê de 3 kes hatin kuştin
18 mijdar, 2026   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serdegirtina li bajarê Ceremanayê yê gundewarê Şamê li dijî kesekî dihat xwestin de 2 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzan ewlehiyê li ser malperên xwe diyar kir ku operasyon bi kuştina kesê dihat xwestin bi dawî bû. Lê hûrgiliyên zêdetir ên der barê pevçûnê de nehatin aşkerakirin.

(f)