Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza kêmkirina buhayê mazota germkirinê kir

Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza kêmkirina buhayê mazota germkirinê û dabînkirina mazotê li gorî mûçeyên şêniyan kir û da zanîn ku malbat bi hatina zivistanê re nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza kêmkirina buhayê mazota germkirinê kir
Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza kêmkirina buhayê mazota germkirinê kir
Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza kêmkirina buhayê mazota germkirinê kir
Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza kêmkirina buhayê mazota germkirinê kir
19 mijdar, 2026   05:55
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi hatina zivistanê û kêmbûna rêjeya germahiyê re zehmetiyên di dabînkirina mazota germkirinê de, ji ber bilindbûna buhayan û kêmbûna mûçeyan, rastî zehmetiyan tên û daxwaz hene ku buha erzan bibin.

Şêniyê bi navê Ehmed Yûsif da zanîn ku buhayê mazota germkirinê bi 11 hezar lîreyî ye, lê ev barê şêniyan sivik nake, ev buha ne li gorî mûçeyan in. Yûsif diyar kir ku di zivistanê de her malbatek bi hacetî 2-3 bermîlên mazotê ye, ev gelek pereyan dixwaze û daxwaz kir ku buhayê her lîtreyekê bibe 5 hezar lîre da ku şênî bikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Ehmed Yûsif destnîşan kir ku gelek malbat di dabînkirina madeyên xwarinê û lêçûna germkirinê de zehmetiyan dibînin, nebûna wesîleyên germkirinê yên guncaw zehmetiyên zarokan û kesên temenmezin zêdetir dike.

Girêdayî mijara pêşkêşkirina çareseriyê Yûsif banga kêmkirina buhayên mazotê û dayîna kehrebeyê bi awayekî sîstematîk kir, her wiha daxwaz kir ku mûçe werin zêdekirin û rewşa jiyanê ya şêniyan were başkirin.

Şêniyê bi navê Asim Mihemed jî da zanîn ku buhayê mazotê ne li gorî rewşa debarê ya şêniyan e, ji bo ku bermîleke mazot bikirin, malbat bûne dest ji hinek pêdiviyên xwe yên jiyanî berdidin.

Asim Mihemed diyar kir ku karkerek ê ku mehane kêmî 70 dolaran digire, neçar dimîne ku çend mehan pereyên xwe komî ser hev bike.

Asim Mihemed da zanîn ku berê buhayê lîtreyeke mazotê bi hezar û 500 lîreyan bû, buhayê bermîleke mazot bi 240 hezar lîreyên Sûriyeyê bû, ev dihişt ku piraniya xelkê hetanî yên ku mûçeyên wan kêm e mazotê bikire, divê dema ku buha werin danîn rewşa civakê li ber çavan bê girtin.

Mihemed der barê domandina vê rewşê de hişyarî da û destnîşan kir ku germkirin ne wesîleyeke tememkerbûnê ye, ew pêdiviyeke ku şênî nikarin dest jê berdin, divê rewşên siyasî û nakokiyên heyî bandorê li mafê şêniyan û pêdiviyên wan ê sereke neke. Asim Mihemed bang li aliyên peywendîdar kir ku çareseriyên lezgîn bibînin, buhayê mazotê kêm bikin.

(sb)

ANHA