Li Qamişloyê komxebata diyalogê dest pê kir

Di çarçoveya kampanyaya Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de, îro li bajarê Qamişloyê komxebat tê lidarxistin.

Li Qamişloyê komxebata diyalogê dest pê kir
18 mijdar, 2026   12:07
QAMIŞLO

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê komxebateke diyalogê bi beşdariya hejmarek nûnerên tevger û rêxistinên jinan li dar xist.

Komxebat bi dirûşma “Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan bibin yek, Jin Jiyan Azadî” hat lidarxistin. Armanca wê jî vekirina nîqaşên li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê, yekrêziya hewldanên jinan û bihêzkirina piştgiriya civakî ji bo avakirina jiyana azad û bê tundî ye.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Bêrîvan Omer bixêrhatina beşdarên komxebatê kir. Bêrîvanê bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan ji bo parastina maf û azadiyê û li dijî hemû cureyên tundiyê her wiha tekez kir ku 25’ê Mijdarê derfetek e ji bo nûkirina soz û helwestên hevbeş di pêşxistina têkoşîna li dijî tundiyê de.

Di komxebatê de dê Semer Ebdelah, Îlham Mitlî û Bêrîvan Xalid rewş, maf û astengiyên ku li pêşiya jinan hene, binirxînin.

(he)