Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya îmzeyan kir

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo daxwaza naskirina fermî ya mufadeleya zanîngehê û qebûlkirina hemû beşên zanîngehê, dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya îmzeyan kir
Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya îmzeyan kir
Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya îmzeyan kir
Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya îmzeyan kir
Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya îmzeyan kir
Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya îmzeyan kir
18 mijdar, 2026   15:02
QAMIŞLO

Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Fakulteya Zanistên Civakî ya li bajarê Qamişlo, têkildarî Roja Xwendekaran a Cîhanê, mafê perwerdeyê, misogerkirina siberoja bi hezaran xwendekaran, piştgiriya xwendekaran û tevlêbûna greva enternasyonal daxuyaniyek da.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Em wek xwendekarên Rojava hemû xwendekarên cîhanê silav dikin û piştgiriya xwe diyar dikin, em jî tev li greva enternasyonal a 20’ê Mijdarê ya xwendekaran dibin.

Di van salên dawîn de xwendekarên Afrîka û Başûrê Amerîkayê li dijî rejîmên desthilatdar radibin, li Rojavayê Kurdistanê jî ev 15 sal e xwendekar xwe bi awayekî demokratîk bi rêxistin dikin, niha jî xwendekarên Ewropayê tev li berxwedana xwendekaran dibin.

Ev serhildan ji dîroka tevgerên xwendekaran ên cîhanî ne qut e, li her deverê xwendekar li ser bêmafiya ku li dijî wan tê kirin serwext bûne ku çawa pergala sermayedar xwendekar kirine kole û dixwaze pêşaroja wan ji wan bistîne, niha jî serhildanên xwendekar û karkeran wekî agir di cîhanê de belav dibin li Rojava jî em dadikevin qadan ji ber ku mafên me yên zimanê dayikê û çanda me ya kurdî tên asteng kirin, pergala hûndirîn a zanîngehên me dibe nîqaşa dewletê û nasnameya zanîngehên me tê asîmlekirin.

Li beramberî vê em dixwazin destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin û mafên xwe bi awayekî destûrî bi dest bixin. Li her devera cîhanê hûn li dijî şer, faşîzm, desthilatdarî, talankirina xwezayê û binpêkirina mafên xwendekaran serî radikin, em jî li Rojava li hemberî siyaseta qirêj a hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku di bin navê entegreyê de dixwaze hebûna me ji holê rake û îradeya me bişikîne, bê deng namînin, xeta têkoşîn û berxwedanê esas digirin.

Ji ber vê yekê em hêvîdar in û bang dikin çiqas em li pişta we ne hûn jî li pişta me bigirin, em bi aqilê xwendekarê azad ê ku dikare xwe bi xwe ava bike û rêve bibe, siyaseta hegemonîk a pergala cîhanî têk bibin, çareseriya rewşa heyî ya xwendekaran li cîhanê û her çar parçeyên Kurdistan û bi taybet li Rojava, têkoşîneke hevpar e.

Ji ber vê yekê em bang li hemû xwendekarên li welat û derveyî welat dikin, ku em ê serî hildin, li qadan bin û ber xwe bidin, lê ji vê wêdetir em ê xwe bi rêxistin bikin û cîhaneke azad biafrînin.

Bila yek xwendekar derveyî me nemîne, heya ku hêza me hemûyan dibe yek û bi yek helwestê li hember pergala dewletê ya qirker dengê xwe bilind bikin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û çarenûsa pêşaroja xwe diyar bikin.

Rabin, em ê bi hevûdû re bi rihê şoreşa 68’an rêxistinkirina tevgerên xwendekaran yên enternasyonal pêşbixînin, em nikarin pêşaroja xwe ji kesî daxwaz bikin, em ê xwe bi xwe rêxistin bikin û pêşaroja xwe bi xwe biafirînin.”

KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Piştî daxuyaniyê xwendekaran ragihand ku ji bo girêdana xwe ya bi daxwaz û mafê perwerdeyê, dest bi kampanya îmzeyan dikin.

Têkildarî heman mijarê xwendekarê Fakulteya Kîmyayê Dilêr Şêxka da zanîn ku kampanya ji bo rakirina biryarên ne li gorî berjewendiyên xwendekar hatiye organîzekirin, hewldan hene ku navê zanîngehê bê guhertin, li aliyeke din mufadeleya zanîngehê nayê naskirin, ji bilî van her du tiştan nerazîbûn ser hûrgiliyên din jî hene.

Dilêr Şêxka diyar kir ku perwerdeya li Zanîngeha Rojava mafekî xwezayî yê xwendekaran e, dixwazin bi biryarên ku tên girtin xwendekaran dûr bixin û çarenûsa bi hezaran xwendekaran paşguh bikin, gefê li siberoja wan a perwerdeyê bixwin, divê ew biryar li ber çavan bên girtin.

Dilêr Şêxka di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku îmzeyên ku dê bên komkirin dê ji parêzgariyê, aliyên peywendîdar ên kar û barên perwerde û fêrkirinê re bên pêşkêşkirin.

(sb)

ANHA