Li Dêrazorê 6 kes hatin kuştin

Li bajarokê Tewamiyê yê Dêrazorê, ji ber nakokiyên malbatê 6 kes ji heman malbatê bi guleyan hatin kuştin.

 Li Dêrazorê 6 kes hatin kuştin
18 mijdar, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Tewamiyê yê bajarê Besîra yê rojhilatê Dêrazorê ji ber nakokiyên malbatî de pevçûn çêbûn.

Di pevçûnê de ku gule hatin bikaranîn 6 kes ji heman malbatê hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), pevçûn ji ber nakokiyên di navbera zarokên xesûyan de derket. Di pevçûnê de 6 kes hatin kuştin.

 (f)