Misgoerkirina mafên jinan di destûrê de hate nîqaşkirin

Jinên ku tev li koxebatê bûn, anî ziman ku divê mafên jinan di destûrê Sûriyeyê de werin misogerkirin.

18 mijdar, 2026   14:08
QAMIŞLO

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê komxebat organîze kir.

Çalakvan, rewşanbîr, hiqûqnas û şervanên YPJ`ê tev li komxebatê bûne. Di destpêka komxebatê de rewşa siyasî, qanûn û misogerkirina mafên jinan û rola jinan di pêvajoya entegrekirine de nîqaş kirin.

Çalakvana siyasî Semer Ebdullah got jin her tim tev li şer û xebatên civakî bûn, lê ew niha di qada siyasetê de têne paşguhkirin. Beşdarbûna jinan di siyasetê de û hebûna wan li navendên biryardayînê hatiye sînordarkirin.

Semer Ebdullah anî ziman ku divê jin ne tenê cihê xwe di saziyan de bigirin, divê mafê jinan hebe ku nêrîna xwe bînin ziman û tev li qada siyasî bibin. Tecrubeyên jinan di çareserkirina pirsgirêkên civakî de heye, dikarin krîzan çareser bikin. Ji mafê jinan e ku cihê xwe di pêvajoya aştiyê de jî bigirin û dûrî guhertinên siyasî divê di destûra Sûriyeyê de mafên jinan bên misogerkirin.

Her wiha di berdewama komxebatê de endama Yekitiya Jinên Suryan Îlham Metelî axivî û got: "Ji bo jin bikarin li dijî tundiyê tê bikoşe divê edalet hebe, mafên wê qanûnî di destûrê de bê misogerkirin. Di destûrê Sûriyeyê yê sala 2011`an de hatiye gotin ku divê wekhevî di navbera hemwelatiyan de hebe. Ji bo mafên jinan bên parastin divê ji aliyê siyasî, civakî û qanûnî ve wekhevî di navbera jin û mêr de hebe. Her wiha jinan ji tundiyê biparêze. Di destûrê Sûriyeyê de rêxistiên jin bê naskirin, parastina deskeftiyên jin ne tenê pirsgirêka jinan e, ew pirsgirêkeke demokratîke pêwendiya xwe bi hemû civakê re heye. Sûriyeyê bê jin nabe."

Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî axivî û got: "Jinan di Şoreşa Rojava de gihêştin deskeftiyên mezin. Bi taybetî sîsema hevserokatiyê ku sala 2016`an dest pê kir ji bo jinan gavekî mezin bû. Lê piştî hikûmeta veguhêz bû desthilatdar siberoj, maf û deskeftiyên jinan di xeteriyê de ye. Di pêvajoya entegrekirine de divê mafên jinan bên parastin.”

Komxebat didome û dê di dawiyê de daxuyanî bê dayîn.

(np)

ANHA