Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin

Rêzeçalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê didomin. Li Dirbêsiyê û Amûdê di çalakiyan de îşaret bi têkoşîn û girîngiya hevgirtina jinan û pêşxistina çanda wekheviyê hate kirin.

Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Dirbêsiyê û Amûdê çalakî hatin lidarxistin
18 mijdar, 2026   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 8`ê Mijdarê de bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li herêma Cizîrê û Kobanê rêzeçalakî tên lidarxistin.

Li bajarê Dirbêsiyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda partiyê bi beşdariya endamên saziyên civakî û meclisan civînek organîze kir.

Di civînê de endama Rêveberiya Meclisa Jinan Ebîr Hesen der barê rêwîtiya têkoşîna jin û zehmetiyên ku rastî wê hatin axivî û bal kişand ser girîngiya pêşxistina rola wê û domandina xebatên ji bo bidestxistina maf.

Ebîr Hesen destnîşan kir ku divê jin hevgirtin û piştgiriya xwe ya li hemberî tundî û cudekariyê bikin yek, diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiyê berpirsyartiyeke hevbeş e, divê hemû ji bo vê yekê tev bigerin.

Kongra Star a Til Temirê perwerdeya jin û mêran a ku Meclisa Amûdê û saziyên sivîl tev lê bûbûn bi dawî kir. Perwerdeyê 3 rojan dewam kir û bi armanca pêşxistina hişmendiya civakî û parastina mafên jinan hatibû vekirin. Di perwerdeyê de semîner hatin dayîn.

Di roja dawîn a perwerdeyê de endama PYD`ê Mira Zoro behsa tundiya rojane ya li hember jinan û cudakariya di xebatê de kir û da zanîn ku divê girîngî ji bo xwepêşxistina jinan û xebatên wan ê hevbeş bê dayîn.

(sb)

ANHA