Li Tirkiyeyê helîkopterek ket: 4 kes mirin

Li Tirkiyeyê helîkoptereke leşkerî ji cureya S-70 ket, 4 kes mirin.

Li Tirkiyeyê helîkopterek ket: 4 kes mirin
12 mijdar, 2026   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber ketina helîkoptereke leşkerî ji cureya S-70 li rojhilatê Tirkiyeyê 4 kes mirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku helîkopter li nêzî bajarê Melatiya ket, tîmên rizgariyê gihîştin cihê bûyerê û sedema bûyerê hîna nenas e.

Medyaya Tirkiyeyê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî da zanîn ku 4 kes ji ber qezayê mirine.

(f)