Guhertinên li DYA`ê û aloziyên herêmî rojeva medyaya Erebî bû

Nivîs û şîroveyên medyaya Erebî fikarên li ser bandorên aloziya herêmî li ser ewlehî û rêyên deryayî yên Kendavê nîşan didin. Her wiha banga xurtkirina hevgirtinê, hevrêziya parastinê û dîplomasiyê kirin.

Guhertinên li DYA`ê û aloziyên herêmî rojeva medyaya Erebî bû
11 mijdar, 2026   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îroyîn li ser siberoja ewlehî û hevsengiyên siyasî li Kendavê û Rojhilata Navîn û bandorên guhertinên di nav saziyên DYA`ê de li ser siyaseta derve ya Washingtonê, bi taybetî li hember herêmê, nivîsîn.

Di derbarê rûbirûbûna DYA-Îranê û siberoja ewlehî û rêyên deryayî yên Kendavê de, rojnameya Îmaratî El Xelîc gotarek bi sernavê "Ewlekariya Kendavê: Girêdanên ku Çarenûsê Diparêzin" weşand.

Gotarê banga hevkariya parastinê û hevrêziya siyasî ya di navbera dewletên Kendavê de kir, hişyarî da li ser gefên wekî mûşek, dron, êrişên sîber û zextên li ser rêyên deryayî û diyar kir ku hevgirtina Kendavê ji bo parastina ewlehiya neteweyan û gelên wan girîng e.

Rojnameya El Şerq a Qeterî, di gotareke bi sernavê "Pelên Yekem ên Payîzê... Rêya Ber bi Aştiyeke Berfirehtir" de, behsa hewldanên dîplomatîk ên Qeterê yên di navbera Washington û Tehranê de û îhtîmala bikaranîna wan ji bo gihîştina lihevkirinên ku dê dawî li aloziyê bînin, kir. Gotarê diyar kirk ku divê ewlehiya deryavaniya li Tengava Hurmuzê were pêkanîna û diyar kir ku çareseriyeke herêmî bi çareserkirina pirsgirêkên Filistîn û Lubnanê ve girêdayî ye.

Rojnameya El Cizîre ya Siûdî gotareke bi sernavê "Erebistana Siûdî û Bîranîna Helwestên Mezin" weşand, ku têkiliya di navbera aramiya cîhana Ereb û ewlehiya stratejîk a Siûdî de lêkolîn kir û rolên siyasî û aborî yên Padîşahiyê di piştgiriya aramiya herêmî de nirxand.

Encamên hilbijartinên navîn ên DYA û bandorên wan li ser siberoja rêveberiya Serok Donald Trump bala gelek nivîskaran kişand, ji ber guhertina kontrola Partiya Demokrat a li ser her du meclîsên Kongreyê.

Rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Xewna Amerîkî Dema ku Ew Ji Nû Ve Geşbûna Xwe Dibîne" weşand, ku tê de guhertinên ku ji hêla hilbijartinan ve di warê demokrasiyê û pirrengiya siyasî û civakî de li Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê de çêbûne nîqaş kir.

Di gotarê de hate gotin ku encam vejîna tevgerên pêşverû û kêmbûna bandora muhafezekar nîşan didin.

 Rojnameya El Şerq El Ewset, gotarek bi sernavê "Kongreyeke Demokratîk û Vetoyeke Serokatiyê" weşand, ku tê de xwezaya siberojê ya di navbera Qesra Spî û Kongrsê de nîqaş kir, û diyar kir ku windakirina piraniya yasadanînê ji hêla Komarparêzan ve, şiyana Trump a bandorkirina li ser biryaran, ji ber desthilatên wî yên destûrî, bi taybetî vetoya serokatiyê, bi dawî nake.

(k)

ANHA