Li Fransayê biryara girtina 3 jinên ku li Sûriyeyê tevlî DAIŞ`ê bibûn hat dayîn

Dadgeha Cezayan a Fransayê biryara girtina 3 jinên ku li Sûriyeyê sala 2015`an tevlî DAIŞ`ê bibûn da, yek ji wan leşkereke artêşa Fransayê bû û 5 salan li herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê mabû, yek ji wan jî Reqa bû.

Li Fransayê biryara girtina 3 jinên ku li Sûriyeyê tevlî DAIŞ`ê bibûn hat dayîn
19 mijdar, 2026   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Cezayan a Taybet li paytexta Fransayê Parîsê, duh (18 Mijdar) biryara girtina 3 jinên ku li Sûriyeyê sala 2015`an tevlî DAIŞ`ê bibûn da, yek ji wan jinan berê di artêşa Fransayê de cih girtibû.

Li gorî ajansa Fransî dadgehê cezayê 12 salan da leşkera artêşa Fransa ya berê Lînda B (43), cezayê 9 salan da Şehrezad S (40) û cezayê 5 salan da Sara L (36).

Li gorî hûrguliyên doze, leşkera artêşa Fransayê di Sibata sala 2015`an de bi 3 jinên din re berê xwe da Sûriyeyê, li Sûriyeyê 5 salan li herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê e ma, Hezîrana sala 2017`an bi zarokê xwe ya 3 mehî re vegeriya bajarê Reqayê.

2 jinên dîtir, wê demê bi yek ji çeteyên DAIŞ`ê yê bi navê Adriyan Xihal ê ku berpirsyartiya êrişa bajarê Nîs ê Fransayê sala 2016`an rakiribû û di encama wê êrişê de de 86 kes hatibûn kuştin re zewicî bûn.

Dadgehê diyar kir ku Şehrezad S ji cihê xwe yê ku hevjînê wê jê re pêşkêş kiribû re sûd wergirtin, 3 zarokên xwe bi xwe re sewqî herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê kiribû.

Li aliyeke din dadgehê destnîşan kir ku Sara L berpirsyartiya rêya xwe ya berê rakir û guhertinên piştî vegera li Fransayê ya ku li jiyana wê rû da hesab kir.

(sb)