Îsraîlê 2 serkirdeyên Tûgayên El Qesam kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa li Xan Yûnis û Ceblayayê yên Xezayê de 2 serkirdeyên Tûgayên El Qesam hatin kuştin.

 Îsraîlê 2 serkirdeyên Tûgayên El Qesam kuştin
18 mijdar, 2026   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku di 2 êrişên Îsraîlê li Xan Yûnis û Ceblaya yên Şerîda Xezayê de 2 serkirdeyên meydanî yên Tûgayên El Qesam ên girêdayî baskê leşkerî yên Tevgera Hemasê hatin kuştin.

Berdevka artêşa Îsraîlê li ser X’ê nivîsand ku “Her du kesên hatine hedefgirtin Eşref Tebasî yê ku serkirdeyê Koma Lîwaya Xan Yûnisê û Sabir Nebhan ê ku komek di tûgayekê li rojavayê Ceblayê bi rê ve dibir, bûn.”

Berdevkê anî ziman ku her du serkirdeyan li ser jinûve sererastkirina şiyanên leşkerî yên Hemasê û plangeriya pêkanîna êrişên li dijî hêzên wan dixebitîn.

(f)