Fikarên li ser vegera şer û guhertina rêkeftinên ewlehiyê li herêmê

Tirsa ji nû ve destpêkirina pevçûnek di navbera DYA`ê û Îranê de û zêdebûna wê berdewam dike, her wiha fikarên li ser siberoja ewlehiyê ya Lubnanê piştî bidawîbûna mîsyona UNIFIL jî zêde dibin.

Fikarên li ser vegera şer û guhertina rêkeftinên ewlehiyê li herêmê
19 mijdar, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

 Medyaya  Erebî ya îro li ser îhtîmala nûkirina pevçûnek di navbera DYA`ê û Îranê de û siberoja rewşa ewlehî û siyasî ya Lubnanê nivîsî.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Şerq El Ewset gotarek bi sernavê "Tiştê ku Îran li bendê ye niha di destên kolanan de ye!" weşand û diyar kir ku derketina rejîma Îranê ji şerê bi DYA`ê û Îsraîlê re û berdewamiya desthilatdariya wê, bidawîhatina krîzên wê yên navxweyî garantî nake.

Di gotarê de hate destnîşankirin ku dijwarîya herî mezin ew e ka Îran dikare şert û mercên jiyanê yên dijwar çareser bike û baweriya gel vgerîne.

Rojnameyê destnîşan kir: "Dibe ku rejîma Îranê ji şerê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hîn jî di desthilatdariyê de ye derkeve, lê tenê ji bo ku xwe bi ceribandina herî dijwar a mayîna xwe di nav welêt de re rû bi rû bibîne."

Rojnameya El Quds, di bin sernavê "Çima Îsraîl Amerîkayê winda dike? Xwendineke Analîtîk a Guhertinên di Hevpeymaniya Stratejîk de", li ser kêmbûna lihevkirina giştî û siyasî ya DYA`ê ya derbarê Îsraîlê û bandora guhertinên navxweyî yên li DYA`ê li ser siberoja hevpeymaniya di navbera her du aliyan de nivîsî.

SIBEROJA LUBNANÊ DEMA KU MÎSYONA UNIFIL NÊZÎKÎ DAWÎYÊ DIBE

Rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Lubnan... Piştî UNIFIL" weşand.

Di gotarê de rola ku hêzên navneteweyî ji damezrandina xwe ve lîstine û xetereyên bidawîbûna mîsyona wan bêyî alternatîfek guncaw ji bo parastina aramiyê nîqaş kir.

Di gotarê de israra Lubnanê li ser hebûna navneteweyî ya domdar hate destnîşankirin, ji ber ku ew nikare encamên valahiyek ewlehiyê hilgire.

CIVÎNA SÊALÎ YA DI NAVBERA TRUMP, XI, Û PUTIN DE

Civîna Sêalî ya di navbera Trump, Xi, û Putin de di gelek analîzan de hate gotûbêjkirin. Rojnameya El Xelîc, di sernivîsa xwe ya bi navê "Civîna Bilind a Shenzhenê: Di Navbera Xemgînî û Geşbînîyê de" de, bandorên civînê li ser rêziknameya navneteweyî û qadên bandorê nirxand.

Sernivîsê girîngiya civîna bilind a Shenzhenê wekî derfetek ji bo DYA, Çîn û Rûsyayê nîşan da ku kaosa navneteweyî kontrol bikin, nakokîyan sivik bikin û bi rêya lihevkirinên li ser mijarên nakok, nemaze şerên li Îran û Ukraynayê, çekên nukleerî, rîska pevçûna nukleerî kêm bikin û ber bi rêziknameyek navneteweyî ya hevsengtir û dadperwertir ve biçin.

(k)

ANHA