Kongra Star: Em li kêleka zarokên xwe ne

Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi xwendekarên Zanîngeha Rojava re nîşan da û diyar kir “Em dayik, îro bi dengekî yekgirtî li kêleka zarokên xwe radiwestin û piștgiriyê didin mafê wan ê fêrbûna bi zimanê dayikê. Ji mafê zarokên me ye ku bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û pê serbilind bin.”

Kongra Star: Em li kêleka zarokên xwe ne
18 mijdar, 2026   11:28
QAMIŞLO

Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê tundiya li dijî xwendekarên Zanîngeha Rojava ku di 17’ê Mijdarê (2026) de pêk, hat şermezar kir û piştgiriya xwe bi xwendekaran re anî ziman û bal kişand ser parastina zimanê kurdî. Daxuyanî di hewşa Zanîngeha Rojava de fate dayîn. 

Endamên Kongra Star û hejmarek xwendekar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de alên Kongra Star û Zanîngeha Rojava hatin hildan.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin. Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişloyê Ronas Birahîm El Yûnis bi kurdî û endama Kongra Star Necma Mihemed jî bi erebî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo piştgiriya zarokên me û paristina zimanê me,

Em dayik, îro bi dengekî yekgirtî li kêleka zarokên xwe radiwestin û piștgiriyê didin mafê wan ê fêrbûna bi zimanê dayikê. Zimanê me tenê peyv nîne, ew nasname, dîrok û çanda me ye. Ji mafê zarokên me ye ku bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û pê serbilind bin.

Em dayik bawer dikin ku parastina ziman e berpirsiyariya hemûyan e .Em ê her tim piştgir û hêza zarokên xwe bin. Em naxwazin zimanê me di nav nifşan de winda bibe, ji ber ku ew mîrateya me ya hêja ye û zimanê bav û kalan e. Fêrbûna bi zimanê dayikê mafek bingehîn û beşek ji nasnameya her mirovek ye.

Em bang li hemû kesan dikin ku rêzê ji zimanê me re bigirin û mafê zarokên me biparêzin. Bi dengekî yekgirtî û îradeyeke bihêz, em li kêleka zarokên xwe ne û zimanê.

Xwe diparêzin. Zarokên me hêviya sibê ne, zimanê me jî reh û bingeha hebûna me ye.

Dayikên Xwendekaran”

Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me kurdî ye, mafê me destûrî ye” hatin berzkirin.

(bî)

ANHA