Agirbesta Siwêdayê careke din hat binpêkirin

Li gundewarê Siwêdayê careke din agirbest hat binpêkirin. Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi çekên giran gundê El Mecdel ê Siwêdayî topbaran kirin.

Agirbesta Siwêdayê careke din hat binpêkirin
1 îlon, 2025   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê şevê din, topên hawanê û guleyên çekên giran avêtin gundê El Mecdel ê gundewarê Siwêdayê. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê roja 29`ê Tebaxê guleyên RBG`ê  avêtibûn gundê Recim Zeytûn ê Siwêdayê.

Agirbesta li Siwêdayê ku di 20`ê Tîrmehê de dest pê kiriye, ji hêla Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve tê binpêkirin.

(k)