Şerê qirkirinê li Rojava ferz dikin - Rauf KARAKOÇAN

Şerê qirkirinê li Rojava ferz dikin - Rauf KARAKOÇAN
1 sibat 2024   10:34

Piştî ku gelê Rojava DAIŞ têk bir, dewleta Tirk bê navber êrişî wî dike. Hemû têkiliyên xwe yên siyasî, leşkerî û dîplomatîk ên li qada navneteweyî ji bo tesfiyekirina rêveberiya xweser a Rojava bi kar tîne. Di çarçoveya projeya neo-osmanî de komara Tirk a dagirker a faşîst bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re dest bi dagirkerî û îlhaqê kir. Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re êrişên xwe yên li dijî gelê sivîl ê bêparastin domandin.

Dewleta Tirk hema hema her roj li hemû deverên ku dagir kirine, bi taybetî li Efrînê, sûcan dike. Li van herêmên ku mane ber insafa çeteyan; îşkence, revandin, fîdye, xesp û destdirêjiyê bûne bûyerên rojane. Li cîwarên dagirkirî zilmeke giran heye û bê navber êrişî derdora xwe jî dikin, mirovan qetil dikin, gundan vala dikin û hewl didin wê herêmê bêyî Kurd bihêlin.

Dewleta Tirk ji bo têkbirina aramiya di warê siyasî, aborî û ewlehî de ya li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê têk bibe, êrişên xwe yên rojane dijwartir kirin. Tê zanîn ku ev herêm, li gorî herêmên mayî yên Sûriyeyê aramtir e. Her tim zextan dike û bi vê yekê re xwerêveberiya gel a rewa bi navê 'terorê' bi nav dike. Lê terora dewleta Tirk li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan ji niha ve bi fermî ev êrişên terorîstî ragihandine. Got "hemû çavkaniyên aborî yên binerd û sererd dibin hedef". Di vê çarçoveyê de êrişên li hemberî hedefên aborî hatin dijwarkirin.

Di demên dawî de êrişî tesîsên petrolê, tesîsên tijîkirina gazê, santralên elektrîkê, depoyên genim, nexweşxane û şîrketên di sektorên cuda yên hilberandinê de xizmetê didin, her wiha çapxane, atolyeyên dirûtinê û fîrmayên taybet kirin. Di êrişên dawîn de bi qasî 4 milyar dolar xisara madî çêbû. Êrişên balafirên bêmirov ên biçek, bê navber didomin. Ji bilî hejmara zêde ya windahiyan, çavkaniyên aboriyê jî bi awayekî aşkera dikin hedef.

Dewleta Tirk a mêtinger her cure taktîkên şerê taybet li dijî Rojava dimeşîne û bi tunekirina çavkaniyên aboriyê jî ceza li hemû mirovên li wir dijîn dibire. Dixwazin bi hilweşandina aboriya heyî ya Rojava ku jixwe di bin dorpêçê de ye, hilberandinê rawestînin û gel mehkûmî birçîbûnê bikin, jiyana civakî têk bibin. Hemû çavkaniyên Rojava wek dijmin tên dîtin, lewma bûne armanca êrişan.

Mixabin civata navneteweyî jî li hemberî êrişan bê deng dimîne û êrişên terorîst ên dewleta Tirk erê dike. Her wiha hevgirtina bi gelê gelê bakur û rojavayê Sûriyeyê re, bi qasî hevgirtin û piştevaniya ji gelê Filistînê re girîng e. Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî di vê pêvajoyê de ku êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk zêde dibin, derfetê dide dewleta Tirk ku sûcê nîjadkujiyê bike. Armanca van hemû êrişan ew e ku herêmên Rêveberiya Xweser ji holê rakin û ji bo DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst ên îslamî ên radîkal warekî mayînde ava bikin.

Tevî ku êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk berê xwe didin pêkhateyên gel ên li herêmê jî, xetere û rîsk gelekî mezintir e. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ya heyî ya dewleta Tirk, gefeke global li gelên cîhanê dixwe. Li nava Stenbolê kom, cemaet û mezhebên ji aliyê hikumetê ve tên destekkirin, bi aşkerayî xwepêşandanên bi daxwaza xîlafetê û hatina şerîetê li dar dixin.

Tê zanîn ku çeteyên biyanî beriya niha bi demeke dirêj Tirkiye ji xwe re kiriye war. Êdî rastiyeke bêguman e ku Tirkiye bi kiryarên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bûye baregeheke rêxistinên terorê yên îslamî yên naveneteweyî. Ji çend êrişên DAIŞ'ê yên li Ewropayê heta komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê, komkujiya Pirsûsê û êrişa dawî ya dêrê ya li Stenbolê, ji ber ku çeteyên biyanî gihaştine wê kapasîteyê ku li Tirkiyeyê tev bigerin û xetereya wan a ji bo cîhanê jî derdixe pêş çavan.

Hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk rê li ber kaos û krîzan vedike û ji bo komên terorê yên îslamîst qadên nû yên berdest vedike. Erdoganê dîktatorê faşîst bi navê îslama siyasî mijûlkirina stratejiya ku ji bo xwe bi çeteyên cîhadîst re xêz kiriye, bi cih tîne. Divê gumana tu kesî tune be ku bi êrişên li ser Rojava dê li dijî gelên herêmê û cîhanê pozîsyonên nû bi dest bixe da ku di şerê cîhadê yê li dijî wan de bide meşandin.

Divê aliyên vê xetereyê yên herêmî û neteweyî bên dîtin û li gorî tedbûr bên girtin. Divê gelê Rojava tevî dostên xwe çalakiyên herêmî û cîhanî zêdetir bikr û li pêşiya saziyên navneteweyî însiyatîfên hiqûqî bigire. Divê li hemberî êrişên nîjadkujiyê gelekî hesastir be, xwe bi rêxistin bike û bi hişmendiya ku têkoşîneke demdirêj dimeşîne, tedbîran bigire.