Leşkerên Tirk li derdora gundê Sigêrê gule barandin
Leşkerên Tirk ên dagirker şeva borî bi awayek bê serûber gule li gundê Sigêrê ya dikeve rojhilatê Amêdiyê barandin.

Li gorî Rojnews’ê şeva borî leşkerên Tirk li derdora gundê Sigêrê ya ser bi navçeya Amêdiyê bi qasî du saetan bi awayek bê serûber gule li gund û welatiyan barandine.
Li gor gotina welatiyek xelkê gundê Sergelê ya dikeve qontara çiyayê Metînayê, zêdetirî 20 guleyên çeka Bkc û doşkayê li nava gund û derdora wê ketine û bû sedem xelkê gund bikevin nava tirs û metirsiyê.
Hêjayî gotinê ye artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê, bi dehan kîlometre ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û li gelek deveran baregehên leşkerî ava kiriye. Gelek caran ji van baregehan êrişî ser gundên herêmê dikin û welatiyên deverê hedef digrin.