Hezar û 858 guleyên obus, hawan û tangan avêtin Şehba-Efrînê

Di meha Çile (2024) de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên 152 caran êrîşî 55 deverên Efrîn û Şehbayê kirin.

Hezar û 858 guleyên obus, hawan û tangan avêtin Şehba-Efrînê
1 sibat, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên parastinê yên herêma Efrîn-Şehbayê bilançoya êrîşên meha Çile ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê pêk anîne eşkere kirin. 

Li gorî bîlançoyê dagirkeran di navbera 1 û 31’ê Çileyê (2024) de 152 caran êrîşî herêmên Efrîn û Şehbayê kirin.

Di êrîşên ku bi topên obus, hawan, tang, bombeavêj, roketên B7, moşekan û dronên xwekuj pêk hatin de, 55 deverên Efrîn û Şehbayê hatin hedefkirin.

Her wiha di tevahiya mehê de balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê geriyane.

Li gorî bîlançoyê dagirkeran di tevahiya mehê de 961 guleyên obusan, 748 guleyên hawanan, 72 guleyên bombeavêj, 73 guleyên tangan û 4 fuze avêtin herêmê.

Di êrîşa 17’ê Çile ya li ser gundê Şealê de ji heman malbatê 3 kes birîndar bûn.

Di êrişa li ser gundê Soxanekê de jî leşkerekî Hikûmeta Şamê birîndar bû.

Li gundê Soxanekê droneke xwekuj (întixarî) ya dagirkeran hat xistin.