Şehadeta 3 gerîlayan hate ragihandin: Di nava têkoşîna me de dê timî bêne bîranîn

HPG-NRÇ'ê 3 gerîlayên di 9’ê Çileya 2022’yan şehîd bûne, bi bîr anîn û diyar kir "Hevrêyên me fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar dê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn.”

Şehadeta 3 gerîlayan hate ragihandin: Di nava têkoşîna me de dê timî bêne bîranîn
25 îlon, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

"Hevrêyên me yên Fermandariya Eyaleta Wanê Canşêr Makû, Engîzek Ararat û Sîdar Roj di pevçûna di operasyona dijmin a ku 9’ê Çileya 2022’yan de li herêma Melîka ya herêma Feraşîn a Botanê pêk hat de gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li Eyaleta Wanê şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan ên hêja bikin hinceta têkoşînê.

Hevrêyên me yên ku ji deverên cuda yên Kurdistanê tevlî PKK'ê bûn û bi têkoşîna xwe ji bo hemû ciwanên Kurd bûn mînak, tevahiya hebûna xwe ji bo azadiya Rêberê me û gelê me feda kirin. Xwe bi ruhê fedaî ya Apoyî pêçan û hewl dan ku şertên têkoşîna me bê kêmanî bi cih bînin. Tevî hemû êrîş û operasyonên ku dijmin bi îstîxbarat û teknolojiyê li Bakurê Kurdistanê pêş xist, bi biryardariyek bêhempa gerîlatî meşandin. Hevrêyên me bi fedaî li dijî dijmin têkoşiyan û ji bo xweparastina gelê me bê teredut pratîkek bêhempa meşandin. Hevrêyên me Fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku bi beşdariya xwe ya bê hesab, helwesta xwe ya milîtanê Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt navên xwe li dîroka me nivîsandin û wê timî di têkoşîna me de bijîn.

Wek hevrêyên wan, em sersaxiyê ji malbatên rêzdar ên hevrêyên xwe Canşêr, Engîzek û Sîdar û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê meşa şehîdên xwe ya "Rêberê Azad, Kurdistana Azad" teqez pêk bînin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Canşêr Makû
Nav û paşnav: Îrza Mîrîvîmîlam
Cihê jidayikbûnê: Makû
Navê dayik û bav: Dîlber – Ejder
Dîrok û cihê iehadetê: 9 Çile 2022, Wan

***

Nasnav: Engîzek Ararat
Nav û Paşnav: Şîraz Xalit
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dayik û bav: Xanim – Mahmût
Dîrok û cihê şehadetê: 9 Çile 2022, Wan

***

Nasnav: Sîdar Roj
Nav û paşnav: Mesût Îş
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik - bav: Şukran – Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: 9 Çile 2022, Wan