‘Li Îranê di Mijdarê de herî kêm 81 kes hatin darvekirin‘

Li gor daxuyaniya Kampanya ‘Sêşemên Na ji Darvekirinê re, di nava 9 rojan de herî kêm 81 kes li Îranê hatine darvekirin, her wiha cezayê girtîgehê yê heta hetayî jî li çend girtiyek siyasî hatiye birîn.

‘Li Îranê di Mijdarê de herî kêm 81 kes hatin darvekirin‘
24 mijdar, 2026   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kampanya ‘Sêşemên Na ji Darvekirinê re‘ di hefteya 148’an de li 67 girtîgehên cûda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Kampanyê têkildarî zext û cezayên darvekirinê yên li girtîgehên Îranê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di 9 rojên borî de herî kêm 81 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Her wiha derxistin û piştrastkirina cezayên darvekirinê, gefa li ser jiyana girtiyan, hîna jî amrazek sereke ya desthilatê ya ji bo avakirina tirs û bêdengkirina civakê ye.

Hatiye diyarkirin ku di rojên borî de cezayê darvekirinê yê du girtiyên siyasî, Mîlad Armûn û Newîd Necaran hatiye erêkirin û ev her du girtî niha di hucreya takekesî ya Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê de tên ragirtin. Her wiha cezayê darvekirinê li Hisên Perwîn, Emîrhisên Xulamşahî, Hisên Cehferî, Pûya Fexir abadî û Mihemed Şerqî jî hatiye birîn.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hefteya borî xelkê bajarê Awdanan ji bo nîşandana nerazîbûna li dijî mirina karkeran daketin qadan. Ev nerazîbûn di dirûşma ‘Mirin ji bo dîkdator’ bi lez belav bûn. Hêzên rejîmê herî kêm 15 ciwanên tevlî nerazîbûnan bûne binçavkiriye û ji bo cihekî nediyar veguhestine.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin: “Careke din em bang li rêxistinên pîşeyî, karkeran, xanenişînan, çalakvanên siyasî û sivîl dikin ku tevlî kampanyayê bibin û li hember cezayê darvekirinê û tepeserkirinê, bibin dengê nerazîbûn û dadxwaziyê.”