Li gundewarê Hesekê welatiyek hat qetilkirin

Li gundewarê Hesekê di encama êrişa kesên nenas de welatiyek hat qetilkirin.

Li gundewarê Hesekê welatiyek hat qetilkirin
24 mijdar, 2026   18:16
HESEKÊ

Welatiyê bi navê Raman Nayif El Hisên (40) ê ji bajarê Hesekê îro li gundê Enad ê Hesekê bi gulebarandina nenasan de hat qetilkirin. Hîna hûrgiliyên sûcê û nasnameya êrişkar nehatin diyarkirin.

Hat diyarkirin ku gule li rûyê El Hisên ket, di encamê de hat qetilkirin. Hat destnîşankirin ku El Hisên ji nêzî 6 mehan ve li gundê Enad li gel Mehmûd Xelef El Hisên karê cotariyê dikir.

Piştî bûyerê, cenaze rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

(f)