Li Hemayê ciwanek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da

Li kargeha Hesinkariyê ya li Tîbet Îmam a Hemayê, ciwanek di teqîna mayînekê ya  ji bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

 Li Hemayê ciwanek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da
23 mijdar, 2026   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, dema ciwanek 22 salî li kargeha Hesînkariyê ya li bajarê Tîbet Îmam a Hemayê dixebitî, mayînek teqiya û ciwan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2026’an ve ji ber teqînên ji bermahiyên şer 301 kesan, jiyana xwe ji dest da û 510 kes jî birîndar bûne.

(f)