Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li Şamê li dar xist

Partiya Sûriyeya Pêşerojê der barê aştiya navxweyî û rêgirtina li ber gotinên provokatîf de panelek li Şamê li dar xist.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li Şamê li dar xist
Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li Şamê li dar xist
Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li Şamê li dar xist
Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li Şamê li dar xist
Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li Şamê li dar xist
25 îlon, 2025   11:09
ŞAM

Nivîsgeha Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Şamê bi amadebûna hevseroka partiyê Kewser Doko panelek li dar xist. Ev çalakiya partiyê ya yekemîn a li Şamê ye.

Nûnerên partiyên siyasî wekî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd, Tevgera Reformê ya Sûriyeyê, Saziya Çandê ya Selahedîn Eyûbî, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Partiya Nûjen a Sûriyeyê û hejmarek rewşenbîr beşdarî panelê bûn.

Di panelê de girîngiya aştiya navxweyî wek bingeha îstîqrara civakî, xetereyên gotinên nefretê û provokatîf li dijî tevna civakî ya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Panel bi van pêşniyaran bi dawî bû: "Banga rêgirtina li ber gotinên nefretê, pêşxistina aştiya navxweyî, bang li aliyên têkildar hat kirin ku der barê van her du mijaran de qanûnan derxin, rola çapemeniyê di rêgirtina li ber gotinên nefretê de, bernameyek were danîn da ku komîteyek were avakirin ku van pêşniyaran pêşkêşî aliyên têkildar bikin.”

(bb)

ANHA