Bafil Talebanî: Em ê parastina statûya xwe ya destûrî bikin

Bafil Talebanî anî ziman ku  bi vegera li destûra Iraqê guherînên rû didin dikarin bên çareserkirin û got: “Em ê parastina rûmet, xak û statûya xwe ya destûrî bikin.”

Bafil Talebanî: Em ê parastina statûya xwe ya destûrî bikin
24 mijdar, 2026   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî têkildarî biryarên hikumeta Iraqê yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Talebanî anî ziman ku di vê qonaxê de bawerîbûn, aramî û serweriya yasa li ser her tiştî re ye û got: “Ev guherînên îro em pê re rû bi rû dimînin, nabe ku bê çareserkirin eger ne li gorî destûra Iraqê be ku çarçoveyeke ji bo çareserkirina nakokiyan e.

Bafil Talebanî diyar kir ku nîqaşên cidî û bingehîn yekane rêya bidestxistina mafên hemû welatiyan û parastina aştî li temamê herêmê ye û got: “Di heman demê de aramiya rasteqîn pêwîstî bi lêpirsînê ye. Em xwedî baweriyeke piştrastin aramî berê bingehîn ê rêveberiya hikmûraniyê ye. Gendelî baweriya gel xirab dike û saziyên me lawaz dike. Ji bo wê pêwîste bi tundî li hember rabîn û lêpirîsîn bidin destpêkirin. Li kûderê dibe bila bibe, her kesek ji vê berpirs e. Bila em hemû zanibin têkiliya me û gotubêj ji hêz û berpirsyariyê çavkanî digire, ne ji du diliyê. Em bi nasnameya Kurd û mafên gelê xwe serbilind in ku piştî xebateke dijwar hatiye bidestxistin. Em ê parastina rûmet, xak û statûya xwe ya destûrî bikin.”

Herî dawî Talebanî anî ziman ku gelê Iraq û Herêma Kurdistanê hêjayî jiyaneke aram, xweşî û rêveberiyeke bi berpirsyar e û got: “Girêdanbûna me ya bi dîplomasiya aştiyane re ne cihê nîqaşê ye. Rêzgirtin dualî ye, çareseriya destûrî yakane rêye ji bo pêşveçûnê piştrast dike ye.”