NADA‘yê li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kir

Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan û betalkirina qanûnên cûdekariyê banga têkoşîna hevpar kir û got: " Bêyî azadiya jinan aştî nîn e, bêyî wekheviyê demokrasî nine."

NADA‘yê li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kir
24 mijdar, 2026   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji jinên cîhanê re, ji têkoşer û parêzvanên azadî, demokrasî û edaletê re:

Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê tê, lê bi mîlyonan jin û keç li cîhanê bi cûryên tundî, cudakarî û dûrxistinê re rû bi rû ne. Destkeftiyên ku tevgera jinan bi salan  bi dest xistine rastî hewldanên biçûkxistin an jî lawazkirinê tên.

Di vê rojê de, em Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) tevahî jinên ku ji ber helwest û têkoşîna xwe ya ji bo azadî, rûmeta mirovahiyê û wekheviyê canê xwe kirine bedel, bi bîr tînin. Em soza domandina têkoşînê li hemberî siyasetên ku tundiyê pêş dixin meşrû dikin û sûcdaran ji cezayan difilitînin, nû dikin.

Tundiya li dijî jinan ne bûyereke takekesî ye, ne jî mijareke taybet e û ne jî qedereke, lê belê berhema pergaleke hegemon û cudakariyê ye ku ji avahiyên fikirî, koledarî, çanda baviksalarî, desthilatdariya siyasî, ola tundraw, qanûnên cudakar, şer û pevçûnên çekdarî xwe xwedî dike. Tundî binpêkirina mafên mirovan e, sûceke civakî û siyasî ye. Ji bo tunekirina tundiyê têkoşîn, berpirsyartî û xebateke koolektîv ya rêxistinkirî hewce dike.

Li herêma me hîna jî jin di bin bandora şer, dagirkerî û pevçûnên çekdarî de, bi cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Li Filistîn, Sûdan, Yemen û Lubnanê jin bi can, ewlehî û rûmeta xwe bedelên gelek giran didin. Li van herêman jin tên qetilkirin, koçberkirin, bi xizanî û bêparhiştinê tên. Di heman demê de, tundiya zayendî, tirsandin û heqaretkirin wekî çekekê li dijî wan û civakên wan tên bikaranîn.

Jinên Êzidî jî ji bo aşkerekirina çarenûsa bi hezaran jinên ku ji aliyê terorîzmê ve hatine revandin, tê dikoşin.

Paşketina demokrasiyê û berfirehbûna bandora tevgerên tundrew jî bi hedefkirina rasterast a maf û destkeftiyên jinan re pêk tên. Li gelek welatên herêmê jin hîna bi revandin, tuniya li ser bingeha nasnameyê û binpêkirinên giran ên mafên xwe re rû bi rû dimînin, li beramberî van hemûyan jî hesab nayê pirsîn.

Jinên parêzvanên mafên mirovan, berpirsên tevgerên jinan û rojnamevanên jin ji ber rol û helwestên xwe yên giştî, rastî kampanyayên reşkirinê, gefxwarin û êrişan tên. Li Iraq, Sûriye û hemû welatên din ên herêmê ji daxwaza sererastkirina qanûnên cudakar û bidawîkirina kiryarên ku maf û hemwelatîbûna wan a tam kêm dibin, didomînin.

Li Mexrib û welatên din ên herêmê li gel paşketina demokratîkbûnê û lawaziya beşdariya jinan di siyasetê de,  sûcên tundiya li dijî jinan berdewam dikin. Di heman demê de, jinên ji tundî û destdirêjiya zayendî rizgarbûyî bi astengiyên qanûnî û civakî re rû bi rû dimînin ku rê li ber gihîştina wan a edalet û parastinê digirin.

Li Morîtanyayê jî di nava bêdengiya civakî û yasayî de, ji ber nebûna qanûnek berfireh ku wan diparêze û sûcdaran ceza dike, keç hîn jî wek qurbaniyên tecawizê dimînin. Qanûnên ku zînayê sûcdar dikin li dijî qurbaniyan têne bikaranîn, ne li dijî sûcdaran, keçan ji tirsa darizandinê bêdeng dikin li şûna ku edaletê bidin wan.

Bûyerên rojane piştrast dikin ku jin hîn jî li malan, cihên kar, dibistan, zanîngeh, qada giştî û qada dîjîtal bedelên gelek giran didin. Jin di van qadên cuda de rastî tundiya fîzîkî, zayendî, derûnî, aborî, siyasî û dîjîtal tên. Di heman demê de, bêcezabûna sûcdaran berdewam dike, pêvajoya dadweriyê dereng dimîne û li şûna ku mafên jinan bên parastin û dadwerî li wan were bicîhanîn, ji wan tê xwestin ku bêdeng bimînin.

Tundiya li dijî jinan ji diyardeyên din ên ku ewlehî û îstiqrara civakan tehdîd dikin, wekî bazirganiya bi jin û keçan, zewaca keçên biçûk, îstismara zayendî, bêparhiştina jinan ji mafê beşdariya wekhev di pêvajoya biryardayînê de û armancgirtina parêzvanên mafên mirovan, rojnamevanên jin û rêberên tevgerên jinan cuda nîn e.

Tundiya li dijî jinan bi kuştin, êrişa fîzîkî an jî destdirêjiya zayendî sînordar nîn e, lê cûreyên din wekî tundiya aborî, qanûnî û dîjîtal jî digire nav xwe. Ev cûre jî bi rêya cudakariyê di derfetên kar, çavkaniyên aborî û milkiyet de tê kirin. Her wiha bi qanûnên neheq û kampanyayên reşkirinê, şantaja elektronîkî û belavkirina zimanê nefretê tên kirin. Armanc ew e ku jin ji qada giştî bêne dûrxistin, xweseriya wan were têkbirin û rola wan di avakirina civakên xwe de were qelskirin.

Di salên dawîn de, tevgera jinan a li herêmê deng û kesayetên pêşeng ên ku jiyana xwe ji bo parastin mafên jinan feda kirin, ji dest dan. Hedefkirina çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ne bûyerek ferdî ye, lê belê beşek ji hewldanek berfirehtir  a ji bo bêdengkirina jinan û têkbirina têkoşîna wan a ji bo azadî, edalet û wekheviyê ye.

Berdewamiya tundiya li dijî jinan rasterast girêdayî berdewamiya şer, despotîzmê, cûdakariya qanûnî û bêcezatiyê ve girêdayî ye. Heta ku tundiya li dijî jinan wekî pirsgirêkek giştî û binpêkirinek giran a mafên mirovan neyê naskirin, heta ku wekheviya tevahî bi destûr û qanûnî neyê garantîkirin, jin dê bi şêweyek sîstemîk a dûrxistin, tundî û îstismarkirinê re rû bi rû bimînin.

Li ser vê  yekî em peyam û bangên xwe dighînin jin, tevger û rêxistinên jinan û hêzên demokratîk ku ji bo van xalên li jêrî xebateke hevpar pêk bînin:

-Avakirina tevgereke jinan û xebateke hevpar; bi rêya avakirina eniyeke jinan a ku sînoran derbas dike û bikaribe di qada neteweyî û navneteweyî de hêzên xwe bicivîne û piştgiriyê bide mafên jinan.

-Ji bo pêşxistina civakan di aliyê bîrdozî û çandî de, ji bo têkoşîna li hemberî raman û kiryarên ku jinan biçûk dixin, divê asta hişmendî û rêxistinbûna jinan were pêşxistin. Ev yek dê di avakirina civakeke demokratîk a li ser bingehên hemwelatîbûnê, wekhevî û edaletê de bibe alîkar. Di heman demê de divê blokeke zextê bê avakirin ku sererastkirina qanûn û sazîbûnê bide ferzkirin.

-Divê qanûn û destûr were sererastkirin. Hemû metnên cûdakariyê werin betalkirin. Divê qanûn bi peymanên navneteweyî yên mafên mirovan re li hev hatî bin. Ji bo krîmînalîzekirina hemû cûoreyên tundiya li dijî jinan têkoşîna hevpar pêwîst e..

-Li dijî zordariya siyasî û tepeserkirina azadiyan têkoşîn: Em hemû şêweyên zordariya siyasî yên ku rê li ber xebat û beşdariya jinan di navendên biryardanê de digirin red dikin. Em azadiya rêxistinbûn, derbirînê û gihîştina qadeke dîjîtal a ewle dixwazin.

-Li dijî zordariya olî û hemû şêweyên bikaranîna ol ji bo rewakirina cûdakariya li dijî jinan an sînordarkirina azadiyên wan û dûrxistina wan ji perwerde, kar û beşdariya siyasî û xebata bi qanûnên sivîl dûrî meylên olî û mezhebî, divê têkoşîn bê kirin.

-Divê bi rêya mekanîzmayên bibandor ên hesabpirsîn, lêpirsîn û parastina yasayî, derûnî û civakî, bêcezatî were bidawîkirin û edalet ji rizgarbûyîna re pêk were.

-Parastina jinên parêzvanên mafên mirovan, rêberên tevgerên jinan û têkoşîna li dijî hemleyên reşkirin, tehrîkirin û gefan.

-Têkoşîna jinan bi avakirina aştî û demokrasiyê, mîsogerkirina beşdariya wan jinan di pêvajoyên aştî û avakirina biryaran û di tevahî qadên jiyanê de girêdayî ye.

Ji tevahî jinên cîhanê re: Şerê me yê li dijî tundiyê şerekî ji bo azadî, edalet, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e. Ew şer ji bo cîhanekê ye ku tê de tu jin ji ber jinbûna xwe neyê kuştin, ji ber daxwaza mafên xwe neyê çewisandin, an jî ji ber zayend, bawerî an nasnameya xwe neyê dûrxistin.

Ji hikumetan re: Em daxwaza naskirina mafên jinan wekî beşek yekgirtî ya mafên mirovan dikin. Her wiha em banga betalkirina qanûnên cûdakar, bidawîanîna bêcezatiyê, garantîkirina parastin, edalet û beşdariya wekhev a jinan dikin.

Ji saziyên navneteweyî re: Em banga tevgereke bi bandor ji bo parastina jinan li deverên pevçûnê, hesabpirsîna ji sûcdarên tundiya fîzîkî û sûcên şer, piştgirîkirina rêxistin û tevgerên serbixwe yên jinan dikin. Ji bo bidawîkirina her cûre cudakariya li dijî jinan divê zext bê kirin.

Bi yekitiya xwe em bêdengiyê dişkînin, li dijî tundiyê tê dikoşin, edalet û wekheviyê bi dest bixin.

Bijî yekitiya jinan û rûmeta mirovahiyê.

Bêyî azadiya jinan aştî nin e, bêyî wekheviyê demokrasî nin e."

(bb)