YNK û PDK li Hewlêrê civiyan

Piştî alozî û nakokiyên li ser kombûna parlamentoya Herêma Kurdistanê, mekteba siyasî ya YNK û PDK’ê îro li hev civiyan. Lê heta niha her du aliyan jî ti daxuyaniyek nedane.

YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
21 mijdar, 2026   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê Beriya demek li avahiya mekteba siyasî ya YNK ya li Hewlêrê, şandeya YNK û PDK’ê civînek lidarxistin.

Civîn li ser asta mekteba siyasî ya her du partiyan hate pêkanîn. Ji YNK’ê Dr. Rêwaz Fayîq û Dr. Yusif Goran, ji PDK’ê jî Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed beşdarî civînê bûn.

heta niha her du aliyan jî li ser civîn û naveroka civînê daxuyaniyek belavne kirine.

Hêjayî gotinê ye ku roja 4’ê Mijdarê, PDK’ê bi awayekî yekalî civîna yekem a temamker a Parlamentoya Herêma Kurdistanê li darxist û desteya serokatiyê hilbijart. Ev yek jî bû bertek û nerazîbûnên YNK’ê di pey xwe de anî.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, li ser navê Encûmena Serokatiya YNK’ê di peyameke vîdyoyî de, vekişîna YNK’ê ji hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ragihand û hişyarî da ku eger PDK serokê herêmê, serokê hikûmetê û her wezîrekî destnîşan bike, wê demê YNK jî dê li Silêmaniyê destnîşan bike.

Piştî wê di 10’ê mehê de, YNK û Nifşê Nû li Dadgeha Bilind a Federal li ser civîna parlamentoyê gilî tomar kirin û daxwaz kirin ku hem karên parlamentoyê bên rawestandin hem jî ew rûniştin bê betalkirin.

Dadgeha Federalî jî di 15’ê vê mehê de, fermana wîlayî ya gilînameyê betal kir ku taybet ji bo rawestandina karên parlamentoyê bû, lê gilîname bi xwe wek xwe maye.