Ji PDK û YNK‘ê daxuyaniya hevpar: Destkeftiyên herêmê xeta me ya sor e

PKD û YNK‘ê bersiva daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekarî ya Iraqê da û gotin: ": “Binpêkirina maf û destkeftiyên me xeta sor e. Em li gel diyalog, zelalî û jihevfamkirinê ne.‘‘

Ji PDK û YNK‘ê daxuyaniya hevpar: Destkeftiyên herêmê xeta me ya sor e
24 mijdar, 2026   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Berdevkê Hêzên Çekdarî ya Iraqê daxuyaniyeke têkildarî Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê da, PDK û YNK’ê daxuyaniyeke hevpar dan.

Hate gotin ku daxuyaniya Hêzên Çekar a Iraqê, bûyer û pêşketinên çend rojên borî ya li Iraqê rû didin, ji bo xelkê Herêma Başûrê Kurdistanê mijareke ne li bendê bûn, ji ber ku şok bûn û ev hate gotin: “Her kes baş dizane ku Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên di destûrê de hatine diyarkirin tişteke din naxwaze. Bi salane ku mafê wan ên destûrî hatine binpêkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em bal dikişînin ser wê yekê ku hemû alî divê girêdayî destûrê bin. Eger pirsgirêkek di navbera Herêmê û Bexdayê de hebe jî, pêwîste li gorî destûrê kar bê kirin. ji derveyî wê hemû biryar dijî Herêma Kurdistanê û destûrê ne.”

Herî dawî ev hate gotin: “Herêma Kurdistanê berhemê xwîna û têkoşîna dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye. Binpêkirina maf û destkeftiyên me xeta sor e. Em li gel diyalog, zelalî û jihevfamkirinê ne.”