Navên qurbaniyên qezaya li ser rêya Hesekê-Qamişloyê aşkera bûn

Navên qurbaniyên qezaya trafîkê ya vê êvarî li ser rêya Hesekê-Qamişloyê rû dabû, diyar bûn.

Navên qurbaniyên qezaya li ser rêya Hesekê-Qamişloyê aşkera bûn
Navên qurbaniyên qezaya li ser rêya Hesekê-Qamişloyê aşkera bûn
Navên qurbaniyên qezaya li ser rêya Hesekê-Qamişloyê aşkera bûn
23 mijdar, 2026   22:45
HESEKÊ

Vê êvarê li ser rêya Hesekê-Qamişloyê li nêzî gundê Beko qezayek trafîkê çêbû. 

Li gorî agahiyên ku ajansa me (ANHA) bi dest xistine, navên birîndaran wiha ne: Hemîd Ehmed El Mela (35) ji Ebû Hamide yê herêma Şedadê, Mahir Ferhan El Xelef (55) ji bajarê Hesekê, Elî Ebdurezaq Hemîd (12) ji Til Cayir ê herêma Şedadê, Ebdulmunim Ebdurezaq Hemîd (14) ji bajarê Şedadê û Ebdurezaq El Elî (40) ji bajarê Şedadê.

Navê kesê jiyana xwe ji dest daye Raxib Hesen El Ubeyd (15) ji bajarê Şedadê ye.

(f)