Li Qamişloyê panel bi boneya 25`ê Mijdarê hat lidarxistin

Di semînerê de tundiya li ser jinan ji aliyê olî, qanûnî û siyasî ve hat nirxandin û hate diyarkirin ku divê jin cihê xwe di navendên biryardanê de bigirin.

24 mijdar, 2026   15:14
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi alîkariya Saziya Sara îro (sêşem) panel bi dirûşma "Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinê, bibin yek, Jin, Jiyan, Azadî" li bajarê Qamişloyê organîze kir. Oldar û nûnerên saziyan beşdarî panelê bûn. Di panelê de tundiya li ser jinan ji aliyê olî, qanûnî û siyasî ve hat nîqaşkirin.

Endama Meclisa Jinab a Kongra Îslama Demokratîk Emîra El Izo axivî û got: "Hinek kiryar di bin navê ol, kevneşopî, şeref û namûsê de tê kirin. Lê ev yek ne mirovî û exlaqî ye. Divê saziyên olî û civakî jî li hemberî diyardeya tundiya li ser jinan tê bikoşin."

Rêvebera Saziya Sara Reşa Derwêş jî diyardeya tundiya li ser jinan ji aliyê qanûnî û siyasî ve nirxand û got: "Di qanûn de zayendperestî heye. Jinan ji mafên wan mehrûm dikin û qanûnî nayên parastin. Her wiha jinan di jiyana siyasî û navendên biryarê de paşguh dikin. Jinan ji ber tundiya qanûnî û siyasî nekarin bigihêjin edaletê û civakê ava bikin. Jinên Sûriyeyê di encama krîz û guhertinên siyasî de gelekî zehmetî dibînin. Divê qanûn bi edalet bêne dayîn, dad ser bi xwe be, jinan tev li siyasetê bibin û wekhevî di navbera jin û mêr de hebe."

Di dawiya panelm de li tundiya li ser jinan sînevizyonek hat pêşkêşkirin.

(np)

ANHA