Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin

Şêniyên bajarê Til Temirê li dijî bilindbûna buhayê sotemeniyê û xirabûna rewşa debarê rêya M4 jî girtin.

Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
Şêniyên Til Temirê li dijî buhayê rêya M4 girtin
24 mijdar, 2026   16:34
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Til Temirê nerazîbûnên xwe li hemberî bilindbûna buhayê sotemeniyê û xirabûna rewşa debarê dan. 

Şêniyan ku ji ber rewşa debarê ya xirab rêya navneteweyî ya M4 girtin, xwestin mercên jiyanî werin başkirin û buhayê sotemeniyê were erzankirin.

Şêniyê bi navê Welîd El Ebdullah li ser mijarê ji ajansa me re axivî.

Ebdullah diyar kir ku xwepêşandana wan li dijî xirabbûna rewşa jiyanî ye û got, ji du salên ku hikumeta veguhêz bûye desthilatdar ve tu pêşketin di rewşa xwe ya jiyanî de çênebûye.

Welîd Ebdullah bang li hikumetê kir ku guhê xwe bide gel û pêdiviyên wê bi cih bîne.

Ehmed El Diyab jî îşaret pê kir ku Sûriyeyê bi serwetên xwe dewlemend e, lê rewşa civakî û aborî her ku diçe xirab dibe.

El Diyab di nava axaftinên xwe de sedemên xizanî, birçîbûn û daketina nirxê diraviya Sûriyeyê pirsî û got, daxwazên xwepêşandêran di radeya yekemîn de başkirina rewşa aborî ye.

El Diyab bi van gotinan hişyarî li ser zêdebûna xizanî û birçîbûnê da ‘‘Ji Şoreşa birçiyan hişyar bin!‘‘

(bb)

ANHA