YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva 74 fermanan bû

Fermandariya Yekîneyên jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera 11’an a rizgarkirina Şengalê got: “Dîroka 13’ê Mijdara 2015’an ne tenê binketina DAIŞ’ê ye, binketina xeta xiyanetê, binketina zilamê kastîke. Ev dîrok guhertina qederek, ji nûve şîn bûna jiyanê, bilindbûna ruhê berxwedanê ye. Bersiva 74 fermanan, tola hezar keç û jinên ku hatin qetil kirin, pêkanîna xeyalên şehîdan û sonda azadiyê ye.”

YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva 74 fermanan bû
12 mijdar, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya YJŞ’ê wihaye;

“Di serdemeke dîrokî de, em salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pêşwazî dikin. Em weke Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê di serî de li Rêber Apo, hemû gelên azadîxwaz, li hemû jinan û her wiha li Şervanên Azadiyê ku di nivîsandina berxwedaniya destanî de bûn xwedî ked û bi canê xwe ji bo gelê Êzidî bûn mertal pîroz dikin. Dîsa di şexsê 12 siwariyan de pakrewanên mezin Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Mam Zekî, Şehîd Medya Egîd, Şehîd Seîd, Şehîd Berfîn Nurhak, Şehîd Nûjîn, Şehîd Berxwedan, Şehîd Bêrîvan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar, Şehîd Arîn, Şehîd Pîr Çeko, Şehîd Çîçek, Şehîd Avesta, Şehîd Amara, Şehîd Dîndar, Şehîd Nûjiyan, Şehîd Doxayan de em hemû şehîdên berxwedanê bîrtînin û bi rêzdarî bejna xwe beramberî wan ditewînin. Her Şehîdeke ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir, di tekoşîna me de îro ji bo me dibin manîfestoya jiyan û tekoşînê.

Beriya 12 salan, di dîroka 03.08.2014’an de gelê me yê Êzidî li ber çavê hemû cîhanê, bi destê DAIŞ’ê bi jenosîdekê re rû bi rû hat. Di vê êrîşê de bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û bi hezaran keç û jinên Êzidî hatin revandin, di bazaran de hatin firotin. Di şexsê jin de dest avêtin rûmeta gelê me. Xwestin jenosîd û mirinê wekî qedereke ku nayê guhertin li gelê me bidin qebul kirin. Xwestin mirin li ser vê xakê serwer be û jiyan tu cara ji nûve şîn nebe. Lê qêrînên ku ji dilê axa qedîm bilind bû, gîhişt keç û xortên ku dilê xwe bi çand û baweriya qedîm, bi fikir û felsefeya azadiyê honandine.  Di encama berxwedaneke bêhempa û bedelên giranbiha de di 13’ê Mijdara 2015’an de bi xwîna zarokên vê xakê Şengal hat rizgar kirin.

Dîroka 13’ê Mijdara 2015’an ne tenê binketina DAIŞ’ê ye. 13’ê Mijdarê binketina xeta xiyanetê, binketina zilamê kastîk e. Ev dîrok guhertina qederek, ji nûve şîn bûna jiyanê, bilindbûna ruhê berxwedanê ye. Ev dîroka vejîna xewn û xeyalên zarokên Êzidî ku bi destê DAIŞ’ê hatin darvekirine ye. Ev dîrok bersiva 74 ferman, tola hezar keç û jinên ku hatin qetil kirin, pêkanîna xeyalên şehîdan û sonda azadiyê ye.

Yekîneyên Jinên Şengalê, zayîna xwe di nav qêrîn û hawarên jin-dayîkan de kir. Di nav zor û zahmetiyên dijwar de dil û mejiyê xwe bi ramanê azadîyê re strand. Di nav şer û berxwedanê de mezin bû û di têkoşîna rizgarkirina Şengalê de bû hêza pêşeng û fedayî. Heman rojê, di dîroka rizgarkirina Şengalê de bû sozdara tolgirtina jinên dîlgirtî. Xwe rêxistinkirina jinên Êzidî de bû rênîşan, hêvî û bawerî.

Wekî Yekîneyên jinên Şengalê (YJŞ), soza ku me daye şehîdan, gelê xwe û Jinên Êzidî ji bo me sedema bilindkirina tekoşîn, berxwedan û rêxistinbûne ye. Lewma xeteriya jinosîdê hêj tune nebû ye. Ji ber vê di roja rizgarkirina Şengalê de, bi taybet jin pêwîste hîn zêde li derdora YJŞ’ê xwe rêxistin bike.  Ji ber ku encex jina rêxistinkirî dikare bi xwe re azadiyê bîne û bibe parêzvanê deskeftî, xewn û xeyalên Şehîdan. Li ser vî esasî, bi îdia, armanc û soza mayînde kirina ewlehî û azadiya Jin û gelê Êzidî salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê carekî din li Rêber Apo, hemû jinan, gelê xwe û li dayîkên şehîdan pîroz dikin.”