MSD’ê li Urdinê geşedanên siyasî nîqaş kirin

MSD’ê li Urdinê bi hin aliyên siyasî, civakî û navneteweyî re geşedanên li Sûriyeyê nîqaş kirin. MSD’ê nêrîna xwe ya ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê, çawaniya pêkanîna wê û astengiyên heyî rave kirin.

MSD’ê li Urdinê geşedanên siyasî nîqaş kirin
MSD’ê li Urdinê geşedanên siyasî nîqaş kirin
MSD’ê li Urdinê geşedanên siyasî nîqaş kirin
MSD’ê li Urdinê geşedanên siyasî nîqaş kirin
25 îlon, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdarî Kongreya ji bo Demokrasî û Veguhastina Siyasî ya Giştî li Sûriyeyê ya di rojên 21 û 22’ê Îlonê de li paytexta Urdinê Emanê hate lidarxistin, bû.

Kongre ji aliyê Peymangeha Siwêdê ya Dan û Standinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Navenda Siwêdê ya Lîberal a Navneteweyî û Navenda Olf Palme ve hate lidarxistin.

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman û cîgirê hevserokatên MSD’ê Elî Rehmûn beşdar bûn. Nûnerên hêz, partî û tevgerên jinan ên Sûriyeyê jî beşarî kongreyê bûn.

Li gorî Buroya Ragihandinê ya MSD’ê di kongreyê de danîşên berfireh li ser “derfet û astengiyên li pêşiya jiyana hevbeş, aştî û aramiya li Sûriyeyê, rêbaza pêşxistina beşdarbûna giştî ya siyasî û ezmûnên navneteweyî yên berê serkeftî wekî ezmûna Başûrê Afrîkayê hatin rojevê. Her wiha giringiya avakirina hevgirtinên nîştimanî û dan û standina bi raya giştî re, hatin nîqaşkirin. Di hemû danîşan de giringiya veguhastina siyasî ya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an hate destnîşankirin.

Di dawiya kongreyê de beşdarên kongreyê bal kişand ser giringiya dan û standina navxweyî ya Sûriyeyê û got divê hemû pêkhateyên nîştimanî yên Sûriyeyê beşdarî proseya çareseriya siyasî bibin. Ev dê bibe derfetek ji bo avakirina dewleteke wekhev û mafê hemû pêkhateyan biparêze.

Li ser daxwaza Partiya Îradeyê ya Urdinê hevdîtin bi nûnerên MSD’ê û rêveberên partiyê re pêk hat. Di hevdîtinê de aliyan nêrînên xwe parve kirin.

Nûnerên MSD’ê di heman demê de bi sefîra Siwêdê ya Urdinê Ann Maui rejî  hevdîtin kir.

(dc)