Ciwanên Rojava wê meha bê kongreya xwe li dar bixin

Kombûna Ciwanên Rojava ragihand ku di çend rojên bê de wê kongreya xwe ya damezrîner li dar bixin.

 Ciwanên Rojava wê meha bê kongreya xwe li dar bixin
 Ciwanên Rojava wê meha bê kongreya xwe li dar bixin
 Ciwanên Rojava wê meha bê kongreya xwe li dar bixin
 Ciwanên Rojava wê meha bê kongreya xwe li dar bixin
 Ciwanên Rojava wê meha bê kongreya xwe li dar bixin
24 mijdar, 2026   18:07
QAMIŞLO

Kombûna Ciwanên Rojava di civîneke çapemeniyê ku li Parka 4’ê Nîsanê ya Qamişloyê li dar xistiye de daxuyaniyek da û ragihand ku di çend rojên bê de piştî bidawîkirina amadekariyên dê kongreya xwe ya damezrîner li dar bixin. Nadiya Yûsiv û Botan El Omer daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo tevahî gelê me û ciwanên welatparêz:  Îro Rojhilata Navîn, tevahiya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di pevajoyek dîrokî ya pir girîng re derbas dibe. Di milekî de, di encama têkoşîna gelê me ya demdirêj de, nîzama ku li ser esasê peymana Sykes-Picot hatibû avakirin, êdî hildiweşe û belav dibe. Ev bi xwe re derfeta avabûnek nû ya li ser esasê azadiyê derxistiye holê. Ji aliyê din ve jî, hezên hegemonîk dixwazin carek din Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Em dibînin ku ji bo vê armancê ketine nava hewildanên cidî. Peymana Parîsê ya ku Rêber Apo weke komploya duyemîn a 15’ê Sibatê bi nav kir, bi vê armancê pêk hat. Ango, di serdema îro de, derfet û xeterî di nav hev de ne. Di nava bahozên siyasî û guhertinên kûr ên civakî de, Rêber Apo bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gelê Kurd ji lîstoka hêzên hegemon derxist û kir dînamîka herî bi bandor a Rojahilata Navîn. Her wiha, bi vê gava mezin ku aqilê Kurd saz kir, bi bername û stratejiya civaka demokratîk û entegrasyona demogratîk re, li pêşiya civaka me berpirsyariyên mezin danî. Di demên wiha yên dîrokî de, cihê dudiliyan û temaşevaniyê tune ye. Dîrok tenê ji aliyê wan kesan ve tê nivîsandin yên ku ji bo parastina ax, nasname û destkeftiyên xwe,  bi hişmendî û îradeya xwe, xwe rêxistin dikin, da ku ax, nasname û destkeftiyên xwe biparêzin û yên nû biafrînin.  Ciwan pêşengên siberojê û afrênerên guhertinê ne. Bi vê mêzekirinê Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa jin û ciwanan derkete pêş û pêk hat. Heta roja îro jî bi pêşengtiya ciwanan û jinan ev şoreş hîn mezintir û kûrtir dibe. Ya rastî ev şoreş ji her kesî zêdetir a me jin û ciwanan e. Ji bo vê  beriya her tiştî em têkoşîna wan hezaran ciwanên ku bi xwîn û keda xwe di rêza pêşîn de dîrok nivîsandine, dikin rênîşan ji xwe re. Ciwanên vî gelî yên herî xweşik û hêja, xwe kirin mertal û rûmeta mirovahiyê parastin. Îro dema em derbasî pevajoyeke nû dibin, em li hember berpirsyartiyek dîrokî ya girîng disekinin ku a niha û pêşroja me ye. Ji bo vê bi feraseta ku rêxistinbûn hebûna me ye, pêşeroj berpirsiyariya me ye, parastina deskeftiyên vê şoreşê û parastina fedakariyên şehîdan berpirsyartiya tevahî Kurdistanê û mirovahiyê ye.  Îro jî, têkoşîna xwendekaran ê ji bo zimanê xwe yê zikmakî, mafê herî rewa ye û berdewamiya têkoşîna me ya hevpar e. Di pêvajoyek bi vî rengî de, wek Ciwanên Rojava em bi eleqeyeke mezin manîfestoya Rêber Apo ya ''Aştî û Civaka Demokratîk'' pêşwazî dikin. Em bawer dikin ku fikrên azad ên Rêber Apo rêya tekane ya xelaskirina mirovahiyê ji krîzên hilweşîner yên pergala kapîtalîzmê ye. Li dijî qetilkirina li ser jinan, hilweşandina xwezayê û qirkirina li ser civakê emê pêşengtî ji avakirina civaka demokratîk re bikin. Li ser van esasan, me biryar da ku van nêrînan bikin bingeha rêxistinkirina hêza xwe û xwe veguherînin hêzeke civakî ya çalak. Bi vî rengî bi îradeyek azad, beşdariyek bi hişmendî û berpirsiyariya hevpar wê bibe bersivek herî xurt ji vê yekê re. Ciwan ne tenê hêviya pêşerojeke dûr in, hêza herî dînamîk ya dema niha diguherîne û vediguherîne ye.  Civakekê ku ne xwediyê vê hêza dînamîk a ciwanan be, destkeftiyên ku bi heza  rêxistinbûnê avakirine, parastina wan ew ê di bin metirsiyê de be. Belavkirina hêzên ciwanan û hiştina wan di nav tenêtî û bendewariyê de, tê wateya xerckirina hêza civakê û pêşerojekî di nav tarîtiyê de. Lê rêxistinkirin û hevgirtina me, dikare xewnên me bike rastî, hêvî û armancên me veguherîne xebatên ku ya heyî diguherîne û pêşerojekî ronî ava dike.  Îro rêxistinbûna civakî xeta sereke ya parastina yekîtiya civaka me û danûstandinên me yên hevpar e. Bi rêxistinkirin û sazkirina çanda komînal û jiyana hevpar em dikarin hemû gefên li ser me, vala derxînin. Bi vê berpirsiyariya dîrokî, em îro wekî Hevgirtina Ciwanên Rojava jibo bingehekî nû ya rêxistinbûneke ciwanan a civakî û rêxistinkirî diçin kongreyê. Ev hevgirtin xwediyê wê hêzê ye ku hemû ciwanan li derdora armancên hevpar kom dike, derfetên afrênerî û xebata hevpar pêş dixe û rê li ber nifşekê ku çarenûsa xwe bi destên xwe ava bike vedike. Hemû mafên me yên rewa yên wek; ziman, çand û nasname ku di bin xeteriyê de ye, divê hemû ciwan bi awayekî seferber xwe rêxistin bikin û yek ciwanî bê rêxistin neyê hiştin. Her ciwanek pêwîst e xwe bizivrînin bi dehan rêxistinbûnên çand, ziman, xwezaparêzî û hwd. Em bawer dikin ku pêşeroja civakek azad û demokratîk wê bi saya ciwantiyek rêxistinkirî pêk were. Ji ber pêwîstiya xwerêxistinkirinê ya ciwanan, ev bû demek em amadekariya li darxistina avabûnek nû a bi vî rengî dikin. Weke hevgirtina ciwanên rojava destpêke me xwe perwerde kir, bi awayekî seferber me li hemû bajar û gundan civîn û hevdîtinên berfireh bi ciwanan re pêk anî. Di encamê de amadekirina kongreyê bi berpirsyartî û tevlîbûnek xurt a ciwanan ve hatiye temamkirin. Em teqez dikin ku ev gava yekem e ku ber bi xebateke rêxistinkirî a domdar ve biçin. Di 18'ê meha 12 de em ê kongreya xwe ya damezrîner li dar bixin, da ku bi hev re peymana xwe binivîsin, armancên xwe diyar bikin û nexşerêyek zelal ji bo têkoşîn û rêxistina xwe ya ciwanan destnîşan bikin.  Bang li her ciwanê Rojava:  Cihên xwe di vê pêvajoya avakirina civakbûnê de bigrin! Werin em nebin temaşevanên dîrokê, em bibin leheng û afrênerên wê. Werin em bi hev re li qadên xwe di rêxistinbûn û xebatên hevpar de cih bigirin. Bila hêz, zanabûn û îradeya me ya azad, bibe mertalekî ji pola; û em bibin pirekê ji bo pêşerojek azad ku xeyalên hemû şehîdên me bû. Her wiha, em bang li hemû beşên civaka xwe dikin ku piştgiriya vê hevgirtinê bikin ku bibe hêzeke rastîn ji bo hemû civakê.  Ciwanên rêxistinkirî rihê civakê yê ku tu carî pîr nabe ye. Bi rêxistinbûnê em mîrateya xwe diparêzin, kêliyên niha bi azadiyê tacîrdar dikin û pêşeroja xwe bi destên xwe ava dikin.”

(f)