Mesrûr Barzanî: Biryarên hikumeta navendî ya Iraqê nayên qebûlkirin

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî biryarên hikumeta Iraqê yên girêdayî mijara petrolê û deriyên sînor got “Em bi wê daxuyaniya ku îro derket matmayî man û tiştê hatiye kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Mesrûr Barzanî: Biryarên hikumeta navendî ya Iraqê nayên qebûlkirin
24 mijdar, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî biryarên ku îro ji hêla hikumeta Iraqê ve hatin ragihandin, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Mesrûr Barzanî li ser daxuyaniya hikumeta Iraqê got: “Em bi wê daxuyaniya ku îro derket matmayî man, ji ber ku li gel naveroka wan gotûbêjên ku berê me li gel desthilata Bexdayê kirin nagunce. Şandeya wan peyamên cuda gihandibûn me ku araste li ser bingeha destûrê ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bû. Lewma ev tiştê îro hatiye kirin bi tu awayî cihê qebûlkirinê nîn e.”

Mesrûr Barzanî li ser hevahengiya bi Bexdayê re jî got: “Her tiştê ku li derveyî wê çarçoveyê be li cem me ne qebûlkirî ye. Em amade ne hevahengiyê li gel Bexda û şîrketan bikin da ku di berjewendiya çavkaniyên xwezayî û berjewendiya xelkê Iraqê de be lê her tim soz dane û soz nehatine cîbicîkirin.”