Parastina qurbaniyên tundiyê; edalet bi xweparastinê dest pê dike

Parêzer Ferîha Umer destnîşan kir ku pêdiviya derketina li hember tundiyê bi dagirtina valahiya di navbera qanûn û pêkanînê de û aktîfkirina mekanîzmaya parastina lezgîn a qurbaniyan heye û da zanîn ku parastin mafekî qanûnî ye, edalet bi xweparastinê dest pê dike, bi hesabxwestinê û rêgirtina li ber dubarekirina binpêkirinê bi dawî dibe.

Parastina qurbaniyên tundiyê; edalet bi xweparastinê dest pê dike
24 mijdar, 2026   02:47
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Tundî yek ji wan diyardeyan ku gefê li ewlehiya civakê dixwe, bandorên derûnî û civakî li pey xwe dihêle, li hemberî mafên mirovan û rûmeta wan binpêkirinek e.

Der barê vê mijarê de parêzer Ferîha Umer da zanîn ku ne tenê ji ber nebûna qanûnan ev pirsgirêk rû dide, ji ber ku di navbera qanûn û pêkanîna wê de valahî heye, ev pirsgirêk çêdibe.

‘VALAHIYA DI QANÛNAN DE PARASTINA QURBANIYAN ASTENG DIKE’

Ferîha Umer diyar kir ku ji ber nebûna pêkanîna mekanîzmayeke bilez a parastinê jinên ku rastî tundiyê hatine, lawaziya rêkarên gilîkirinê, veşartina agahiyan û parastina jinên ku rastî tundiyê hatine û pê re ya şahidan jî, domandina kiryarên civakî yên ku di nav de sedema tundiyê baş tê dîtin û bi bûyereke taybet bi malbatê tê wesifkirin, valahî çêdibe.

Ferîha bal kişand ser lawaziya koordîneya di navbera aliyên dadmendî, ewlehî û civakî de, destnîşan kir ku nebûna xizmetguzariyên ji bo piştgiriya derûnî, qanûnî û hewandina qurbaniyan dihêle lawazî bê dîtin, divê ne tenê ji qurbaniyan bê xwestin ku zehmetiyên xwe bîne ziman, divê ji bo parastin û wergirtina mafê qurbaniyan rêxistin hebin.

‘PARASTINA QANÛNÎ JI KÊLIYA GILÎKIRINÊ DEST PÊ DIKE’

Parêzer Ferîha Umer da zanîn ku li gorî qanûnê divê bi awayeke bi lez destwerdana ji bo giliyeke girêdayî tundiyê bê kirin, asta xeteriyê bê nirxandin, tedbîrên parastinê yên demkî bên girtin, rê li ber kesê ku tundiyê pêk tîne bê girtin.

Her wiha Ferîha diyar kir ku belgekirina birînên ji ber tundiyê derketine, delîlên tibî û dadmendî bi awayeke li gorî qanûnê girîng e, divê deverên ewle ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine bê peydakirin, destekdayîna qanûnî ya bê pere, piştgiriya derûnî û civakî ji bo jinan bê pêşkêşkirin, divê agahiyên lêpirsînê veşartî bên hiştin, rê neyê dayîn ku qurbaniyên tundiyê bên teşhîrkirin, zext li wan bê kirin û rastî tolhildanê werin û got: “Parastina qanûnî divê ji kêliya gilîkirina der barê tundiyê dest pê bike, ne tenê piştî derketina biryara dadê.”

VEGERA LI ZAGONSAZIYÊ Û DAGIRTINA VALAHIYÊN QANÛNÎ

Ferîha Umer destnîşan kir ku hebûna qanûnên ku gelek wêneyên êriş û tundiyê sûc dibînin hene, lê hebûna sûcdariyê bi tenê edaletê pêk nayîne, divê vegera li zagonsaziyê û rêkarên heyî hebe, valakiya ku rê nade qurbanî werin parastin were dagirtin, bi taybet ji bo dozên girêday tundiya malbatî, tundiya civakî û ya li dijî zarokan.

Ferîha Umer da zanîn ku hebûna zagonên zelal girêdayî fermanên parastina lezgîn girîng e, divê sûcdar di lêpirsînê de derbas bibin, şahid û qurbanî werin parastin, destekdayîna qanûnî, piştgiriya derûnî û civakî werin dabînkirin.

Ferîhayê diyar kir ku zagonên nû divê li gorî prensîbên mafên mirovan, misogeriyên destûrî û dadmendiyeke adilane bin û got: “Qanûna serkeftî ne ew qanûn e ku tenê ceza dide, divê rê li ber sûc bigire, mirovan biparêze û nahêle ev binpêkirin careke din dubare bibe.”

‘DERKETINA LI DIJÎ TUNDIYÊ BERPIRSYARIYEKE HEVBEŞ E’

Ferîha Umer destnîşan kir ku derketina li hember tundiyê ne berpirsyariya dadmendiyê bi tenê ye, ew berpirsyariyeke hevbeş a di navbera saziyên qanûnî, ewlehî, perwerdehî, tenduristî û saziyên civaka sivîl e, divê ev dezgeh û alî karibin bi rêya avakirina mekanîzmayên hevbeş ji bo pêşwazîkirina giliyan, birêxistinkirina kampanyayên şîretkariyê yên girêdayî qanûn û mekanîzmaya parastinê, perwerdekirina xebatkarên di saziyan de li ser dan û stendina bi qurbaniyên tundiyê re xebatê bidin meşandin.

Ferîhayê da zanîn ku divê ji bo belavkirina çanda rêzdariyê û rûmeta mirovan rola dibistan, zanîngeh û çapemeniyê bê pêşxistin, navendên ji bo piştgiriya qanûnî, derûnî û civakî bên vekirin.

XWEPARASTIN Û LÊPIRSÎNA LI HEMBERÎ TUNDIYÊ

Li ser asta civakî, parêzer Ferîha Umer bang li pêşxistina çanda redkirina tundiyê di nava malbat û civakê de, piştgiriya serxwebûna jinan di warê aborî û qanûnî de kir, her wiha daxwaza avakirina navendên xwedîderketin û parastina jinên ku rastî tundiyê hatine kir, diyar kir ku divê ji bo derketina li hemberî çanda tundiyê mêr, ciwan, saziyên perwerdeyê, olî û civakî jî bikevin nava tevgerê.

Li ser asta sazîbûnê, Ferîha Umer da zanîn ku divê ji bo dan û standina bi dozên tundiyê re kadroyên ku perwerde dîtine bên bicihkirin, piştgiriya qanûnî û derûnî ya bê pere were pêşkêşkirin, ji bo misogerkirina dubarenekirina tundiyê mekanîzmayek ji bo şopandina rewşên piştî gilîkirinê bê danîn, ji bo cezakirina sûcdaran lêpirsîna qanûnî were aktîfkirin.

‘PARASTIN MAFEKÎ QANÛNÎ YE’

Di dawiya axaftina xwe de Ferîha Umer destnîşan kir ku serkeftina qanûnê bi hejmara qanûnan nayê muqayesekirin, ew bi hêza xwe ya parastina mirovan tê dîtin, qurbanî ne bi hacetî qanûnan in ku mafên wan misoger bike.

Ferîha Umer da zanîn ku divê her kes bizane ku parastin mafekî qanûnî ye, edaleta rastî bi cezakirinê dest pê nake, ew bi xweparastinê dest pê dike, bi hesabxwestinê û rêgirtina li ber dubarekirina binpêkirinan bi dawî dibe.

(sb)

ANHA