Li Dêrazorê ciwanek ji ber bermahiyên şer mir

Li bajarokê Huwêcet Seilo yê rojhilatê Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer teqiya, di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li Dêrazorê ciwanek ji ber bermahiyên şer mir
24 mijdar, 2026   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li nava zeviyên bajarokê Huwêcet Seilo yê rojhilatê Dêrazorê bombeyek ji bermahiyên şer teqiy, ciwanek ji ber parçeyan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çavdêriya Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve ji ber teqînên bermahiyên şer 302 kes hatine kuştin û 510 kes jî birîndar bûne.

(f)