Mesûd Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve jêr biryarên derveyî destûrê

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî destnîşan kir ku helwesteke berovajîkirin û zalimane li hemberî herêmê heye û rojane sûcên nerewa li ser tên belavkirin û got: “Herêma Kurdistanê Mafê nakeve jêr ti biryareke nedestûrî û sepandinên vîna tu kesî û aliyekê.”

Mesûd Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve jêr biryarên derveyî destûrê
24 mijdar, 2026   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî biryarên hikûmeta Iraqê yên ji bo Başûrê Kurdistanê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxuyaniyek da.

Mesûd Barzanî destnîşan kir ku ev demeke li navendên biryardanê yên Iraqê tevgereke nexwezayî li dijî Herêma Kurdistanê tê dîtin û got: “Ev yek di hewldanên ji bo binpêkirina prensîbên federalîzmê û destûra Iraqê de xwe nîşan dide. Her wiha ev helwest tê wateya paşguhkirina mafên gelê Kurdistanê û sepandina biryar û ramanên netendurist û serpêhatîxwaz.”

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bibîr xist ku gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke dûrûdirêj daye meşandin û wiha pêde çû: “Gelê Kurdistanê di vê rêyê de karesatên mezin ên wekî Enfal, kîmyabaran, wêrankirina bi hezaran gundan, koçberkirina bi darê zorê û guherîna demografiya navçeyên Kurdan dîtiye, lê îradeya xwe winda nekiriye û li hemberî her cûre zordariyê rawestiyaye.

Barzanî di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê sala 2003’an di rûxîna rêjîmê, bidawîanîna dîktatoriyê, avakirina Iraqa nû û nivîsandina destûrê de xwedî roleke sereke bûye.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî anî ziman ku ev yek bi biryara Parlamentoya Kurdistanê pêk hatibû û got: “Me hemûyan wisa dizanî ku di destûra Iraqê de erk û mafên her kesî hatine diyarkirin û desthilatdarên Iraqê dê rêzê li destûr û îradeya gel bigirin. Lê mixabin destûr nehat bicihanîn. Roj bi roj dest bi dijayetîkirina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê hat kirin. Prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê hatin binpêkirin ku ew prensîb di her serdemekê de mifteya rizgarkirina Iraqê ya ji krîzan û gihiştina bi aramiyê ne.”

Barzanî li ser helwesta xwe ya li hemberî hikumeta nû ya Iraqê jî ev got: “Me ji destpêkê ve di çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna gendeliyê de piştgiriya xwe ji bo Serokwezîr Elî Zeydî ragihand û me bi pratîkî ev yek pêk anî. Niha li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye û rojane sûcên bêbingeh tên belavkirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina pirsgirêkan bi kampanyayên şaş, sûcên bêbingeh û biryarên yekalî nabe. Çawa ku em di nehêlana gendeliyê de alîkarê Serokwezîrê Iraqê bûn, em dê di rêlibergirtina karên neyasayî û diyardeya qaçaxçîtiyê de jî alîkar bin; lê ev yek divê bi rêyên yasayî û destûrî be.”

Barzanî bangî hemû aliyan kir ku girêdayî prensîbên destûrê bin û destnîşan kir ku divê li vî welatî aqil serdest be û tu kes pişta xwe nede hestên kesane, zanyariyên şaş û biryarên wêranker û ev got: “Herêma Kurdistana Iraqê berhema xebat û qurbaniyên sed salî yên gelê Kurdistanê ye û bi xwîna sed hezaran şehîdan hatiye avakirin. Ew xwedî mafên xwe yên rewa ye. Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û sepandina îradeya tu kes û aliyekê.”