Li dijî du kampên li Hewlêr û Koye êriş

Hate ragihandin ku li dijî Kampa Cêjnîkan a ser bi Hewlêr ve  û  Kampa Azadî ya navçeya Koye êriş hate kirin.

Li dijî du kampên li Hewlêr û Koye êriş
24 mijdar, 2026   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li dijî Kampa Cêjnîkan a ser bi Hewlêrê ve ku welatiyên Kurd ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê lê dimînên êriş pêk hat. Heta niha nehate zanîn êriş bi dronan bûye yan jî mûşkan.

Heman ajansê ragihand ku ku êrişî Kampa Azadî ya Koye jî hatiye kirin.

Hate ragihanidn ku di ti ziyanên canî pêk nehatine.

Hêjayî bibîr xistinê ye herdu kamp jî dema borî tim bûye hedefa êrişan.