Şaredariya Gel a Minbicê plansaziya 2023`yan bi dawî dike

Şaredariya Gel a Minbicê plansaziya 2023`yan bi dawî bike û plansaziya sala 2024`an daniye. Di plansaziyê de projeya avakirina bajarekî pîşesaziyê heye.

Şaredariya Gel a Minbicê plansaziya 2023`yan bi dawî dike
5 kanûn 2023   04:41
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Şaredariya Gel a Minbic û gundewarê projeyên sala 2023`yan bi dawî bike. Lêçûna sererastkirin û ziftkirina rêya, ronkirin û dirêjkirina torên kanalîzasyonê gihaşt 639 hezar dolarî. Her wiha şaredariyê plansaziya sala nû danî. 

KAR Û XEBATÊN DI 2023`YAN DE PÊK HAITNE

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Xalid El Îbrahîm têkildarî xebatên ku di sala 2023′an de pêk anîne ji ANHA′yê re axivî. El Îbrahîm got: ′′Îsal me gelek proje wekî qîrkirina rêyan, sererastkirina hin rêyan, ronîkirin û avakirina torên kanalîzasyonê pêk anîn.”

Lêçûna projeya qîrkirina rêyan 309 hezar dolar e, miqdara qîrê ku hatiye bikaranîn 11 hezar mîtrekab e. Her wiha lêçûna projeya sererastkirina rêyan gihaşt 100 hezar dolarî. Her du proje ji sedî sed temam bûne.

Şaredarî, projeya ronkirina Minbicê bi dawî kir ku lêçûna wê 50 hezar dolar bû. Dîsa jî projeya sererastkirina xetên kanalîzasyonê bi lêçûna 70 hezar dolarî temam kir.

Li gorî El Îbrahîm, şaredariyê di 2023`yan de ji bo hêsakirina çûn û hatina şêniyan bi taybet zarok û kesên temenmezinan, peyareyên li rex rêyan ji bermahiyan paqij kirin û got: "Şaredariyê qad û sûk ava kirin. Ji  wan sûka yekşemê li ser rêya Cizîrê ye, sûka Hizwane li rex dibistana Kerame, du qad ji bo sûka sebzeyan; yek li başûrê dermanxaneya navendî  û ya din li geraca Reqa ya berê  veqetandine.′′

PROJEYÊN 2024`AN

El Îbrahîm her wiha plansaziya 2024`an jî aşkera kir û got: “Di Tebax û Îlonê de me civîn ji gelê herêmê re li dar xistin. Gelek proje mîna ziftkirina rêyan û çêkirina torên kanalîzasyonê li taxan û gundan hatin pêşniyarkirin. Pêşniyar dê werin şopandin.”

Der barê projeya herî girîng ên sala 2024`an de, El Îbrahîm wiha axivî: “Ji bo sivikkirina qerebalixa li bajêr, şaredarî wê bajarekî pîşesaziyê ava bike û tevahî kargeh û dikanên sererastkirina erebeyan veguhezîne wir. Her wiha wê nivîsgehên kirîn û frotina erebeyan derxîne derveyî bajêr. Ji bo wan nivîsgehan dê cihekî guncaw were diyarkirin, ev hemû li ser daxwazên şêniyan e. Li rex wê jî dê nivîsgehên teknîkî, qanûnî, malî û geraca şaredariyê werin xurtkirin. Wê beşên din mîna agirkujiyê, paqijî, kehrebe û sererastkirina parkan, daîreya serjêkirina sewalan li geraca şaredariyê bên zêdekirin. Ev beş wê rojê 24 saetan kar bikin.”

Xalid bang li şêniyan kir ku hem di aliyê paqijiyê de û hem jî di aliyê parastina parkan de bi şaredariyê re hevkar bin.

(şx)

ANHA